CÎK: Hevkariya kurdan a bi dagirkeran re heram e 2021-06-11 23:27:56 AMED - Civaka Îslamiya Kurdistan li dijî operasyona Tirkiyeyê ya derveyî sînor û hewldanên PDK’ê destnîşan kir ku hevkariya kurdan a bi dagirkerên Kurdîstanê re heram e û got: “Em bi taybet bang li PDK’ê dikin, li dij birayên xwe xwedî liv û tevgera serbazî nebin, li dijî dagirkeran xwedî helwest û gotin bin.”   Civaka Îslamiya Kurdistan (CÎK), derbarê operasyona Tirkiyeyê ya di 23’yê Nîsanê de li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe da destpêkirin û hewldanên PDK’ê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. CÎK’ê, bibîr xist ku bi sedan sal e, ji bo kurd bigihêjin mafên xwe yên rewa û xwezayî, li dijî dagirkeran têdikoşin û wiha got: “Gelê kurd ji aliyê çar dewletên dagirker û hevkarên wan ên berjewendîperest ve tên kuştin, zîndanîkirin, talankirin, bi xîret û şerefa wan tê lîstin, vîna wan bi darê zorê hatiye desteser kirin û bi darê zorê ji Kurdistanê tên derxistin. Qehreman û egîdên kurdan rexmî hemû zordariyan, di bin şert û mercên giran ên ku mirov nikaribe rabigire de, li ber xwe didin. Bi çekên sivik, li beramberî firokeyên cengê, tang, top û çekên kîmyewî têdikoşin. Mafê her kurdekî welatperwer û xwenas heye ku li her dera erdnîgariya Kurdistanê bijî û xwe bi rêxistin bike.”   CÎK’ê di berdewama daxuyaniya xwe de wiha got: “Ev kesên li dijî dagirkerên Kurdistanê têdikoşin, divê wek kesên pîroz bên pêşwazîkirin. Mela Mustafa Barzanî bi salan li Rojhilatê Kurdistanê têkoşiya û erka xwe ya neteweyî pêk anî. Şeyh Ehmed Berzanî li Mûsilê ji hêla osmaniyan ve hate darvekirin. Dagirkerên kurdan bi taybetî jî dewleta tirk, heta niha ji bo tunekirina neteweya kurd pêşengiya her sê dewletên dagirker kiriye û dike. Dijminê sereke yê gelê kurd dewleta tirkan e. Dewletên ereb û ya farisan jî, jê kêmtir nînin.    DIVÊ TÊKILIYÊN BI DAGIRKERAN RE WERIN TEŞHÎRKIRIN   Gelê Kurd û bi taybetî jî, kesên bi salan doza kurd meşandine, jê re rêberî kirine û dikin, pêwist e gelek bi eqlî tev bigerin û neyên lîstikên dagirkeran. Divê axaftin û propagandayên hevdû reşkirinê werin sekinandin. Karkirin û hevkariyên eşkere û veşartî bi dagirkerên Kurdistanê re wek heram bên dîtin. Çawa ku karkirin û hevkariyên filîstîniyan yên bi dewleta îsraîliyan re wek heram û îxanet tê dîtin. Îxaneta xak û gel li gor hemû qanûnan sûc û gunehekî giran e, pêwist e gelê me jî têkiliyên li dij gel û axa pîroz, ên bi dagirkeran re, ji xwe re heram û gunehekî mezin bizane. Çi eşkere çi veşartî, têkiliyên li dijî kurdekî din, ên bi dagirkeran re divê werin teşhîrkirin ku xwediyê van tekiliyan di nav mala kurd de nikaribe bijî û wek kesayetekî xayîn ji nav mala kurd were derkirin.   KESÊN ŞERÊ NAVXWEYÎ SORDIKIN DIVÊ WERIN ASTENGKIRIN   Pêwîste têkilî û danustandinên dîplomasî û tîcarî li ser xwîna kurdan neyên meşandin. Her kesayet û neferekî Kurd û erdnîgariya Kurdistanê divê pîroz were dîtin û wek şerefa kurd werin parastin. Pîroziyên me xaka me, şehîdên me û gelê me ne. Binpêkirina van pîroziyan divê di bin tu merc û şertekê de neyê pejirandin. Kesên şerê navxweyî sor dikin û didin sorkirin, divê ji hêla her kurdekî ve were asteng kirin û pêşî lê were girtin. Kesên ku veşartî an eşkere kurdekî bide kuştin an radestî dagirkeran bike, divê wek gunehbarekî mezin, ê dinya û axretê were dîtin û pênasekirin.    KURDKUJÎ MAL WERANÎ YE   Dagirkerên Kurdîstanê bi taybetî dewleta tirk dijminê her kurdî ye, dijminê dîrok û xwezaya Kurdistanê ye. Heta ev dijmin baş neyê naskirin, doza kurd û Kurdîstanê jî bi kurahî nikare were naskirin û birêvebirin. Em wek Civaka Îslamiya Kurdîstanê dibêjin; şerê kurd bi kurd re û hevkariya kurd bi dagirkerên Kurdîstanê re heram û gunehekî mezin e. Sorkirina kuştina kurd heram e û guneh e. Fitne û gurkirina nav mala Kurd heram e. Em Bang li PKK’ê û PDK’ê dikin ku kurdkujî mal wêranî ye, kurdkujî xwekujî ye. Em bi taybet bang li PDK’ê dikin, li dij birayên xwe xwedî liv û tevgera serbazî nebin, li dijî dagirkeran xwedî helwest û gotin bin. Ji bo dagirkerên tirk ji nav axa pîroz bên derxistin, bê sekn û westandin, dîplomasî, civakî û tîcarî karê xwe bi awayekî bilezûbez pêk bînin. Gerîlla jî, pêşmerge jî garantiya Kurdîstanê ye, vê garantiyê têk nebin! Têkoşîna pêşmergeyên qedîm li dijî faşîzma Seddam çiqas miqeddes û pîroz bû, îro jî ya gerîla li dijî faşizma tirkan ewqas miqedes e. Derfet û destkeftên gelên me yên qehreman lawaz nekin, xwîna cangoriyên me bê wate nehêlin, li hember hev dû nesekinin, berovajî wê; mil bi mil azadiya netewa kurd ava bikin. Birînên gelê kurd zêde û kûr nekin, birinên gelê kurd bikewînin. Herame kû hêzên Kurdî êrîşê hev du bikin!    NEHÊLIN KURDKUJÎ ÇÊBIBE   Daxwaza me ji PDK’ê û PKK’ê ew e ku pirsgirêkên di nava mala kurd de, bi dan û standinan çareser bikin. Bi giştî banga me ji bo hemû kurdan û bi taybetî ji bo misilmanên kurd! Nehêlin kurdkujî çêbe, rihê welatperwerî û milletperweriyê pêş ve bidin û bilind bikin. Da ku dek û dolabên Dewleta Tirk û dagirkerên dîtir têk biçin. Ma ne şerm e, nêviyên Selahedîn, Şeyh Seîd, Seyît Riza, Qadî Muhemmed, Mela Mustafa Barzanî, heval û hogirên Egîd û Mezluman û şagirtên Serok Apo, bibin amûrên destê diz, tirsonek, derewker û olfiroşan! Werin em fermana Xwedê, ku yekitî û tifaqa miletê mezlûm e, bi cîh bînin û nekevin defika dijminan. Xwedê ferman dike: Ey gelê mezlûm û bindest, xwe bi benê Xwedê bigrin, tifaq û yekitiya xwe çêkin. Ev fermana Xwedê, dîrok û gelê me yê berxwedêr e, vê fermanê cibicî bikin! Dem dema avakirina Yekîtiya Netewa Kurd e! Dem dema li dij derketina dagirkeran e! Dem dema avakirin û heskirinê ye! Dem dema têkbirina dewleta tirk û dagirkerên Kurdistanê ye! Sedsal sedsala avakirina Kurdistaneke yekgirtî û azad e!”