‘Rejîma tecrîda li Îmraliyê bi dawî bikin’ 2021-06-11 16:41:58   WAN - Koordînasyona Şopandina Grevên Birçîbûnê ya Wanê destnîşan kir ku girtî di bin zextan de ne û got: “Divê rejîma tecrîda Îmraliyê were bidawîkirin.”    Koordînasyona Şopandina Grevên Birçîbûnê ya li Wanê hatibû damezrandin têkildarî serdanên li girtîgehên cuda ku kiriye raporek amade kir û encama wê ji raya giştî re parve kir. Koordînasyonê li avahiya Şaxa ÎHD’êy a Wanê civîna çapemeniyê li dar xist. Nûnerên saziyên pêkhateyên Koordînasyonê ne beşdar bûn û rapor hat eşkerekirin. Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Kasim Kalkan raporê xwend.    ‘REJÎMA TECRÎDÊ RAKIN’    Kalkan anî ziman ku şandeyek wan ji saziyên sivîl pêk tê di 31’ê gulanê de serdana girtîgehên li Wanê û Girtîgeha Pansoê kirine û tiştên ku tespît kirine û hevdîtina kirine rapor. Kalkan destnîşan kir ku tecrîd li ser girtiyan zextên fizikî û derûnî çê dike û got: “Ev yek rêbazên îşkenceyê ne. Tecrîd li ser kî tê sepandin bila were sepandin, ne wîjdanî ye û li dijî hiqûq û yasayan e. Girtî dixwazin ji mafên xwe sûdê werbigirin, daxwazên werin qebûlkirin û zextên ji ser wan bi dawî bibin û bila mafê wan neyê binpêkirin. Li girtîgehan şert û mercên girtî tê de ne bi pandemiyê re giran bûn. Em bang li Wezareta Dadê û tevahiya raya giştî ya netewî û navnetewî dikin ku bila demildest rejîma tecrîda li Îmraliyê bi dawî bikin.”    Kalkan pişt re jî cih da tespîtên li girtîgehan ku di raporê de hatine bicihkirin.