Hevşaredarê Wanê Avci bi şertê kontrola edlî hat berdan 2021-06-11 16:40:02   STENBOL – Hevşaredarê Wanê Mûstafa Avci ku qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin û 4 kesên pê re hatibûn binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    Di 8’ê hezîranê de di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê ve hatibû destpêkirin de polisan li wan bi ser malan de girtibûn. Di serdegirtinên malan de polisan Hevşaredarê Wanê Mûstafa Avci ku qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin û Zehra Guçen, Dilşa Kocakaya, Gazal Dîlek û Tulay Demîr binçav kiribûn. Piştî dawîbûna îfadeyên wan ên li Miduriyeta Polisan a Kocaeliyê Avci û kesên pê re sewqî edliyeyê hatin kirin.     Piştî ku li dozgeriyê îfadeyên wan hatin girtin, bi daxwaza girtinê sewqî 3’emîn Dadgeriya Cezayê Silhê hatin kirin. Li dadgeriyê Avci û kesên pê re bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    Parêzer Umît Avci, diyar kir ku Avci û kesên pê re bi angaştên neşênber hatine binçavkirin û û “Cih girtina di rêxistinkirina girtîgehê de” , “tevlîbûna xebatên şaredariyê” , “xebatên ji bo kooperatîfê” , “Birêvebirina alîkariyê” hatine sûcdarkirin.