Banga rakirina tecrîdê li Wezareta Dadê kirin 2021-06-11 15:23:36   ENQERE - Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Herêma Anatoliya Navîn encama serdana li girtîgehan eşkere kir û bang li Wezareta Dadê kir ku li tavilê tecrîdê rake.    Komîsyona Şopandina Girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn têkildarî tecrîd û greva birçîbûnê li navenda Giştî ya SES’ê civîna çapameniyê li dar xist û encama serdana li girtîgehan eşkere kir. Endamên ÇHD, OHD û ÎHD’ê yên şaxên Enqereyê beşdarî civînê bûn.    ‘DAWÎ LI  TECRÎDÊ BÎNIN’    Parêzer Omer Farûk Yazmaci li ser navê Komîsyonê axivî û diyar kir ku greva birçîbûnê li 107 girtîgehan berdewam dike. Yazmaci anî ziman ku tecrîd û qedexeya hevdîtinê ji 7’ê Tebaxa 2019’an ve carek din ketiye dewrê û got: “Ev rewş li dijî Prensîbên Mndela yên Neteweyên Yekbûyî ye. Li dijî pêşniyazên CPT û Qanûna Înfazê ya Hejmara 5275’an e. Divê Wezareta Dadê li tavilê dawî liv ê sepana neyasayî ye bîne. Pêwîste malbat û parêzer li tavilê biçin hevdîtinê. Pandemiyê jî ji tecrîdê re kirin hêcet. Di bin navê pandemiyê de hemû mafên girtiyan hatine desteserkirin û girtî tên tecrîdkirin. Li girtîgehan şert û mercên nepaqij di dewrê de ne. Îşkence û mauameleya dij mirovî jî li dijî girtiyan tê sepandin. Ev sepan li gorî yasayên hundirîn û navnetewî sûc in. Lazim e demildest dawî li sepanan were û yên sûc dikin bixin ber lêpirsînan. Em bang li Wezareta Dadê û hemû berpirsiyaran dikin ku wezîfeya xwe pêk bînin û demildest dawî li tecrîdê û binpêkirinên mafên girtiyan bînin.”