Piştî daxwaza dozger darizandina parlamenterê HDP'î sekini 2021-06-11 15:23:15   AMED – Di doza ku Parlamenterê HDP’ê Îmam Taşçier û parlamenterên berê yên HDP’ê Îdrîs Balûken û Çaglar Demîrel tên darizandin de dozger mutalaaya xwe aşkera kir û ji bo Balûken û Demîrel daxwaza ceza kir. Piştî 3 salan li ser daxwaza dozger darizandina Taşçier jî sekinî.     Ji ber axaftinên wan ên dema qedexeyên derketine derve yên li Cizîr, Sûr û Nisêbînê, bi sûcdariya “heqareta li serokkomar” , “bi awayekî vekirî biçûkxistina dewletê û saziyên wê” û “heqareta li peywirdarên cemaweriyê” doz li Parlamenterê HDP’ê Îmam Taşçier û parlamenterên berê yên HDP’ê Îdrîs Balûken û Çaglar Demîrel ên girtî, hatibû vekirin. Danişîna dozê li 12’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin û dozger mutalaaya xwe aşkera kir.    DOZGER JI BO BALÛKEN Û DEMÎREL CEZA XWEST   Dozger, ji bo sûcdariya “bi awayekî vekirî biçûkxistina dewletê û saziyên wê” ji 6 mehan heta 2 salan, ji bo sûcdariya “heqareta li serokkomar” ji salekê heta 4 salan û ji bo sûcdariya “heqareta li peywirdarên cemaweriyê” ji salekê heta 2 salan cezayê girtîgehê ji Balûken û Demîrel re xwest.    DARIZANDINA TAŞÇIER SEKINÎ   Dozger, ji bo parlamenter Îmam Taşçier ku destnedana wî heye daxwaza sekinandina rawestandinê kir. Dadgeha ku 3 sal in vê daxwaza parêzerên Taşçier li ber çavan nagire daxwaza dozger qebûl kir biryar da ku darizandina Taşçier bê sekinandin û dosyaya wî bê cihêkirin.