‘Her kes dizane kî mafya ye’ 2021-06-11 14:49:50   STENBOL - Hevseroka HDP’a Stenbolê Elîf Bûlût bertek nîşanî manşeta rojnameya Yenî Şafakê da û got: “Ev rojname ji bo ku têkiliya dewlet-mafya-siyasetê belav bike, niha jî rabûye me wek ‘mafya’ nîşan dide. Her kes baş dizane kî mafya ye.”    Rojnameya Yenî Şafakê ku berdevkiya îqtidarê dike, HDP’ê hedef nîşan dide. Yenî Şafakê di maşneta xwe ya îro de gotiye “HDP bûye mafya” û dixwaze HDP’ê wisa tewanbar bike. Manşeta vê rojnameyê li ser medya civakî bi nerazîbûnan re rûbirû ma. Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Stenbolê Elîf Bûlût bertek nîşanî manşeta rojnameyê da û got: “Ev rojname ji bo ku têkiliya dewlet-mafya-siyasetê belav bike, niha jî rabûye me wek ‘mafya’ nîşan dide. Her kes baş dizane kî mafya ye. Lê ev gotinên wan êdî fêde nakin. Dixwazin operasyona îdraqê çê bikin.”