Turkdogan: Windabûneke maf tune ye pêvajoya AYM’ê didome 2021-06-11 12:42:40   ENQERE - Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Prz. Ozturk Turkdogan, diyar kir ku biryara AYM’ê ya “Jêrzemînên Cizîrê” derbarê daxwaza “bergiriyê” ya kesên ku navên wan di serlêdanê de derbas dibin ku hêj jiyana xwe ji dest nedabûn de ye û anî ziman ku serlêdanên kesayetî didomin û tu windabûneke maf tune ye.    Di 14’ê Kanûna 2015’an de li navçeya Cizîra Şirnexê qedexeya derketina derve hatibû îlankirin û 79 rojan berdewam kiribû. Têkildarî kesên dema qedexeya derketina derve di “jêrzemîna seyemîn” de jiyana xwe ji dest dabûn li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) doz hatibû vekirin û pişt re hatibû redkirin. Hêceta redkirina doza li AYM’ê hatibû vekirin îro di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ê Giştî Ozturk Turkdogan têkildarî biryara AYM’ê ya Cizîrê daxuyaniyeke nivîskî da.   Turkdogan diyar kir ku biryara AYM’ê ya îro di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin têkildarî serlêdana ku di 10’ê Sibata 2016’an de bi daxwaza “bergiriya îhtiyadî” kiribûn de ye û wiha got: “Serlêdanên kesayetî yên Derya Koç û hevalên wê yên di sêyemîn jêrzemînên Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan ên binpêkirina mafê jiyanê li AYM’ê cuda cuda didomin.”   JI BO 10 KESAN SERLÊDAN KIRIN   Turkdogan da zanîn ku piştî ku Derya Koç, Îbrahîm Îverendî, Lokman Bîlgîç, Mûrat Keskîn, Sînan Kaya, Firat Malda, Orhan Tûnç, Meryem Akyol, Mursel Dalmiş, Sitar Ozturk, Mûrat Tûnç, Abdulselam Tûrgût, Fatma Demîr, Emek Aydin, Mesût Ozer, Abdulah Ozgur, Agît Aydin, Bariş Agadir, Sahîp Edîn û Ferhat jiyana xwe ji dest dan, serlêdanên wan ser malbatên wan domandin û anî ziman ku ji ber di serlêdana ewil de negihiştin malbatên ku navên wan derbas dibûn, bi ser 10 kesan serlêdan domandin.   PÊVAJOYA AYM’Ê BERDEWAM DIKE   Turkdogan anî ziman ku dema pêvajoya serlêdanê ya AYM’ê berdewam dikir li gel parêzerên bajêr dosyaya Derya Koç û kesên din ên jiyana xwe ji dest dan ên li Dozgeriya Komarê şopandin û wiha berdewam kir: “Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê biryara neşopandinê da û dosya şand Şirnexê. Pişt re me bi hevalên xwe yên parêzer ve îtîrazî biryarên neşopandinê yên Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê kirin. Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Şirnexê ev îtîraz cuda cuda red kirin. Li dijî biryara redkirinê di demê îtîrazê de ji bo her serlêderî me cuda cuda serî li AYM’ê da. Ev serlêdan hêj jî berdestin û ligel ev serlêdan di salên 2017-2019’an de hatine kirin jî AYM’ê hêj derbarê wan de biryar nedaye.”   BIRYAR, TÊKILDARÎ SERLÊDANA BERIYA NIHA YE   Turkdogan bi lêv kir ku biryara AYM’ê ku îro hat weşandin, derbarê daxwaza “bergiriya îhtiyatî” ku hêj Derya Koç û hevalên wê dijiyan kiriye de ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî ku jiyana xwe ji dest dan û pêvajoyên dozgerî û dadgeriyê temam bûn me li ser navê malbatan li AYM’ê cuda cuda serlêdan kirin û ev serlêdan hêj didomin.”   DAXWAZA EDALETÊ    Turkdogan destnîşan kir ku daxwaza edaletê ya xizmên kesên xwe windakirin û parazvanên mafên mirovan bi israr didome û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji aliyê kesên ku jiyana xwe ji dest dan tu windahiya maf pêk nehatiye. Ji ber ku serlêdanên kesayetî didomin.”