‘Armanca pakêta darazê ya 4'emîn bi temamî tecrîdkirina girtiyan e' 2021-06-11 09:08:09   AMED - Parêzer Aslihan Bûlût, anî ziman ku bi pakêta darazê ya 4'emîn re dê tenê dê name û hevdîtinên girtiyan neyên tomarkirin, dê girtî bi temamî bên tecrîdkirin.    "Rêziknameya Derbarê Nirxandina Çavdêriya Girtiyan de" di 1'ê Çileyê de di Rojnameya Fermî de hatibû weşandin û ketibû meriyetê. Bi vê re rê li ber şewitandina înfaza girtiyan hatibû vekirin. Niha jî AKP'ê pêşniyaznameyeke din daye ber meclîsê. Teklîfa Qanûna Derbarê Tevdîrên Ceza û Ewlehiyê de. Bi vê re dê name û hevdîtinên girtiyan bên tomarkirin.    Endama KOmeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Parêzer Aslihan Bûlût, destnîşan kir ku armanca vê pêşniyaznameya nû tenê ne tomarkirina name û hevdîtinên girtiya ye, bi vê re dê girtî bi temamî bên tecrîdkirin.    Bûlût, destnîşan kir ku niha jî li girtîgehan komîsyona xwendina nameyan heye û got: "Lê rabûn tiştekî wisa berpêşî meclîsê kirin. Jixwe dema girtî bi telefonê bi malbatên xwe re diaxivin, telefona wan tê guhdarîkirin û tê tomarkirin. Gava di van hevdîtinan de tiştek bê tespîtkirin, lêpirsîn tên destpêkirin. Yanî şert û mercên heyî wisa ne. Lê armanca pakêta darazê ya çaremîn, ew e ku tenê ne hevdîtin û nameyên girtiyan bên tomarkirin, armanc bi temamî tecrîdkirina girtiyan e. Girtiyên siyasî ji ber fikirên xwe girtî ne. Bi vê qanûnê re dixwazin fikirên girtiyan jî di girtîgehê de radest bigirin."    AZADIYA PÊWENDÎDANÎNÊ    Bûlût, diyar kir ku xala 22'yemîn a Qanûna Bingehîn li ser asasê parastina azadiya pêwendîdanînê ye. Bûlût, sînordayînek tim li ber azadiya pêwendîdanînê heye û got: "Lê divê ev sînor nebe sedema astengkirina mafê azadiya pêwendîdanînê."    MA / Cengîz Ozbasar