Li Cizîrê 4 kes hatin girtin 2021-06-10 23:08:50   ŞIRNEX – Li navçeya Cizîrê duh di avêtina ser malan de 5 kes hatibûn binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin 4 jê hatin girtin.    Duh li navçeya Cizîr a Şirnexê Serhat Înanç, Mûstafa Ekren, Huseyîn Ogen, Erdal Çaginnî û Ramazan Turelê ku di avêtina ser malan de hatibûn binçavkirin, îro sewqî edliyeyê hatin kirin. Dozgeriyê bi îdiaya "xerakirina yekîtî û yekpareyiya dewletê" her 5 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin. Ji kesên sewqî dadgehê hatin kirin Huseyîn Ogen hat berdan, 4 kesên din jî bi heman hincetê hatin girtin.