Platforma Komeleyên Herêmî li dijî operasyonan banga yekitiyê kirin 2021-06-10 14:42:11   ENQERE - Platforma Komeleyên Heremî, li dijî operasyona Tirkiyê ya derveyî sînor banga yekitiyê kir û wiha got: “Em weke berê hêviyê ji kesên ku em kirine çar parçe bikin em ê gelek mezin winda bikin.”   Komele û saziyên civakî yên sivîl ên kurd ku li Ewropayê di bin navê Platforma Komeleyên Heremî xwe bi rêxistin kirine de derbarê operasyona Tirkiyê ya di 23’yê Nîsanê de li deverên Zapê, Avaşîn û Metîna yên bi ser Herema Kurdistana Federe da destpêkirin de, êrişa hewayî ya ser Wargeha Mexmûr û geşedanên li heremê de daxuyaniyeke nivîskî da.   Platformê destnîşan kir ku geşedanên li heremê rû didin ji bo kurdan “xetere û dilsoje” û wiha got: “Dewleta tirk ji baregehên ku li Başûr avakirine heremê dorpêç dike û bi balafiran gundên kurdan bombebaran dike. Dixwaze ligel Başûr û Rojava Kurdistanê dagir bike.”   BANGA YEKITIYÊ    Platformê bal kişand ser êrişa li dijî Wargeha Mexmûrê ya piştî axaftina Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan pêk hat û wiha berdewam kir: “Dewleta tirk, dixwaze hêza ji alîkariya hevkarên kurd û bêdengiya hêzên derve digire, kurdan qir bike. Tenê rêyek heye ku kurd vê qirqirinê vala derxînin ew jî li dijî van poltîkayên qirqirinê nîşandana sekna netewî ya hevpar e.”   ‘DIVÊ EM PIRSGIRÊKAN BI DIYALOGÊ ÇARESER BIKIN’   Platformê destnîşan kir ku bi cih kirina hêzên girêdayî PDK’ê ya herema Metînayê “xelet û xetere ye” û wiha got: “Wisa xuya dike ku hem dewleta tirk ev hewldane organîze kiriye hem jî êrîşa provakatîf kiriye. Dewleta tirk dixwaze ji nakokiyên di nava kurdan de sûdê bigire. Divê hemû kurd bi vê zanebûnê tevbigerin û bi lez bikevin pêş şerê navxweyî. Em bibîr dixin ku li dijî faşîzm û dagirkirinê em bibin yek em ê serbikevin. Divê em neyên lîstikên mêtîngeran. Em weke berê hêviyê ji kesên ku em kirine çar parçe bikin em ê gelek mezin winda bikin. Divê em pirsgirêkên di nava xwe de bi diyalogê çareser bikin. Teşhîrkirina bûyera provakatîf û hêzên li pişt wê û yekitiya kurdan pêşve birin divê peywîra her kurdî bibe.”   SAZÎ Û KOMELEYÊN KU DAXUYANÎ ÎMZE KIRIN   Navên sazî û dezgehên ku daxuyanî îmze kirine wiha ne: “Kongreya Avakirina Dersîmê (DÎK), Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA), Federasyona Komeleyên Demokratîk ên Mereşê (MARDEF), Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN), Komeleya Li Dijî Qirqirina Dersîmê (DSKD), Navenda Çanda Koçgirî ya Ewropayê (AKKM), Komeleya Xinisê ya Almanyayê (AHD), Înîsiyatîfa Kurecîkê ya Meletiyê (MKÎ) û Înîsiyatîfa Gelê Xinûsê (ÎGX).