Li Mêrdînê, çalakiya rûniştinê ya li dijî tecrîdê 2021-06-10 14:14:35   MÊRDÎN - Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakiya rûniştinê li dar xist û xwest daxwazên girtiyan ên di çalakiya greva birçîbûnê de bên qebûlkirin.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê, derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya 196 rojin li girtîgehan li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan dewam dike de, daxuyanî da. Daxuyanî li ber avahiya partiyê hat lidarxistin. Endam û rêveberên partiyê û gelek welatî beşdarî civînê bûn.    Hevserokê HDP’ê yê Mêrdînê Salih Kuday, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Em tecrîda li dijî Ocalan qebûl nakin. Ev tecrîd, ne tenê li dijî Ocalane. Ev tecrîd li dijî hemû gelê Kurde. Partî, sazî û dezgehên dixwazin aştî, demokrasî û azadî pêş bikeve, tecrîd bi dawî bibe, rastî êriş û zextên desthilatdariya AKP û MHP’ê tên. “   Kûday, xwest ku daxwazên çalakgerên di greva birçîbûnê de bên qebûl kirin. Piştî axaftinê, li dijî tecrîdê, dest bi çalakiya rûniştinê hat kirin.