HDP’iyan giliya AKP’iyên ku gefên kuştinê li wan xwarin kirin 2021-06-10 13:41:57   ŞIRNEX - Endamên Meclîsa Giştî ya Şirnexê yên HDP’î, giliya AKP’iyên ku gefên kuştinê li wan xwarin kirin.    Endamên Meclîsa Giştî ya Şirnexê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi daxwaznameyekê serî li Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê dan û giliyê endamên meclisê yên AKP’î Îhsan Gok û Îsmet Oter ên ku gefên kuştinê li wan xwaribûn kirin.   GEFA KUŞTINÊ    HDP’iyan, di daxwaznameya xwe de derbarê gefên AKP'iyan de ev agahî dan: "Ji ber ku me pêşniyaznameya AKP’iyan wernegirt rojevê, endamên koma AKP’ê bi devkî êrîşî koma me kirin. Ligel ku berdevkê koma me daxuyanî da jî endamê meclîsê yê AKP’î Îhsan Gok mafê axaftinê girt û wiha got ‘Em ê hejmara we ya di meclîsê de kêm bikin û êdî ji niha şunda dengên we ji me re nabin asteng’. Dema ku Îhsan Gok û AKP’iyên din gef û heqaretên xwe didomandin, endamê Meclîsa Giştî yê Elkê Îsmet Oter jî destê xwe bir pişta xwe û bi çekê gefa kuştinê li me xwar.”   ENDAMÊ AKP’Î GEFÊN XWE DOMANDIN   HDP’iyan diyar kir ku Îsmet Oter ê AKP’î bi gotinên “Hûn êdî nikarin tu pêşniyazpirsan di vir de derbas bikin, ez li vir im, êdî hûn dê bibînin ez ê çi li we bikim. Hûn nikarin êdî li ser navê Elkê tu pêşniyazpirsan bidin” gef li koma wan xwariye û ev tişt gotin: “Kursiya di meclîsê de girt û hewl da êrîşî me bike. Piştî ku karmend ketin navberê hewldana wan a êrîşa fizîkî ya bi çek bi dawî bû.”   HDP’iyan xwest ku derbarê AKP’iyên ku êrîşên fîzîkî û devkî li wan kirin û gefên kuştinê li wan xwarin de lêpirsîn bê destpêkirin.