Bi ser mala hevjina xwe ku pê re li ber berdanê ye de girt û kesekî kuşt 2021-06-10 13:37:16   AMED – Li navçeya Yenîşehîrê M.B. bi ser mala hevjina xwe N.B. ku pê re li berdanê ye de girt û xwezûrê xwe C.K. û birayê wî M.F.K. bi giranî birîndar kir. M.F.K. jiyhana xwe ji dest da.    Li taxa Fabrîka ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê, M.B. bi bavê xwe û apê xwe  re bi ser mala hevjina xwe N.B. ku pê re li berdanê ye de girt û xwezûrê xwe C.K. û birayê wî M.F.K. bi giranî birîndar kir. M.F.K. jiyhana xwe ji dest da. Ambûlansên ku hatin cihe bûyerê birîndar rakirin nexweşxaneyê. M.F.K. li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Ji bo otopsiyê cenazeyê M.F.K. rakirin morgê.   Ji bo M.B. ku ji cihê bûyerê reviya û bav û apê wî ku navên wan nehatin hînkirin xebatên girtinê hatine destpêkirin.