Dozgerê dixwaze HDP bê girtin: Min ji bo 451 kesan qedexeya siyasî xwest 2021-06-10 13:23:43   ENQERE - Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn ji bo girtina HDP’ê ku cara duyemîn îdîaname amade kir, daxuya kirin ku wî ji bo 451 kesan qedexeya siyasî xwestiye û îdîaname ji 843 rûpelan pêk tê.   Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn, ji bo ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bê girtin cara duyemîn îdîaname amade kir. Dozger Şahîn ê beşdarî konferansek navneteweyî ya li Antalyayê bû, dûre bersiv da pirsên rojnamegheran.   Şahîn, destnîşan kir ku wî di îdianameyê de, xwestiye hesabê bankê yê partiyê bê kontrolkirin û qedexeya siyasî ji bo 451 kesan bê dayîn. Şahîn, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Me îdîanameya derbarê  HDP’ê de amade kir û şand Dadgeha Qanûna Bingehîn. Ji vir û şûn de wê Dadgeha Qanûna Bingehîn biryar bide. Heya 15 rojan dema  lêkolînkirinê heye.”   843 RÛPEL ÎDÎANAME   Şahîn, darbarê îdîanameyê de wiha got: “Çi ji destê me hat, me kir. Em hemû delîl, biryar, dosye, CD, axaftinên rêveberên HDP’ê di dosyayê de, weke delîl pêşkêş kirin. Îdîaname ji 843 rûpelan pêk tê. Ji bo 451 kesan qedexeya siyasî tê xwestin. Em ji bo 451 kesan qedexeya siyasî dixwazin. Di heman demê de, me di îdîanameyê de xwest ku tedbîr ji bo hesabên bankayê yên partiyê bên danîn.”