Mûrat Karayilan: Erdogan heyetek şand cem PKK’ê 2021-06-10 12:54:54 NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Komîteya Rêvebir a PKK’ê Mûrat Karayilan, diyar kir ku mehên borî Serokkomar Erdogan heyetek şandiye cem PKK’ê û vê heyetê jê daxwaz kiriye ku bi Serokê Giştî yê PDK’ê Mesût Barzanî re rû bi rû rûnê û wî hişyar bike.    Endamê Komîteya Rêvebir a PKK’ê Mûrat Karayilan, ji Stêrk TV re axivî û derbarê geşedanên di rojevê de daxuyaniyên girîng da. Bernameya taybet a Sterk TV’yê ku Karayilan têde axiviye wê îşev saet 20.00’an de bê weşandin.Li gorî nûçeya ku Ajansa Nûçeyan a Fiartê (ANF) derbarê bernameyê de derbas kir; Karayilan, diyar kiriye ku Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan heyetek şandiye cem PKK’ê û vê heyetê jê daxwaz kiriye ku bi Serokê Giştî yê PDK’ê Mesût Barzanî re rû bi rû rûnê û wî hişyar bike.    Her wiha Karayilan, di bernameyê de derbarê hewldana ku tê xwestin pêşmerge tevlî şerê li dijî PKK’ê bibin, serdana Hûlûsî Akar a Hewlerê, piştperdeya bûyera li Metînayê de ya di 5’ê Hezîranê de, têkiliyên di navbera PKK û PDK’ê de jî daxuyaniyên girîng daye.