Komkujiya 10’ê Cotmehê di meha 68’emîn de ye: Bila hemû faîl bên darizandin 2021-06-10 12:42:07 ENQERE - Seroka 10'ê Ekîm-Der’ê Mehtap Sakinci Coşgûn a di bîranîna 68’emîn meha Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Enqereyê de axivî, xwest ku hemû sazî û kesên ku di komkujiyê de berpirsiyartiya wan hene bên darizandin.    Komeleya Aştî û Piştevaniyê ya 10’ê Cotmehê (10 Ekîm-Der) têkildarî meha 68’emîn a Komkujiya Gara Enqereyê ku di encama êrişa bombeyî ya DAIŞ’ê de pêk hat, li pêş Gara Enqereyê çalakiya bîranînê li dar xist. Xizmên qurbaniyan, welatiyên ku di komkujiyê de birîndar bûn û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Seroka 10 Ekîm-Der’ê Mehtap Sakinci Coşgûn di bîranînê de axivî. Coşgûn, bi bîr xist ku li Amed û Pirsûsê jî komkujiyên wekhev pêk hatin û bang kir ku demildest hemû komkujî werin ronîkirin.   BANGA PIŞTEVANIYÊ    Coşgûn, qala tiştên ku duh di danişîna doza Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Enqereyê de pêk hatin kir û wiha got: “Hêj şahidên nû tên guhdarkirin. Rapora mufetîşên mulkiyê jî nû hat rojevê. Lê ji ber tu bandorê li dozê nake daxwazên me hatin redkirin. Şûna ku rêze komkujî bên astengkirin li ber çavan pêk hatin. Em mafê jiyanê û edaletê diparêzin. Em dibêjin “berpirsyartiya cemaweriyê heye’. Em dixwazin ku her sazî û kesên ku di komkujiyê de berpirsyartiya wan hene bên darizandin. 68 meh in em têkoşîna edaletê didin. Em ji bo canên ku me ji dest dane, dest jê bernadin. Wê di 3’yê Îlonê de doz berdewam bike. Heta niha em di nava piştevaniyê de bûn û em hêvî dikin ku wê di pêvajoya pêş de jî piştevanî bidome.”   DAXWAZA BÎRDARIYÊ   Coşgûn, qala çêkirina bîrdariya ku tê plankirin li pêş Garê were çêkirin jî kir. Coşgûn, xwest ku pêvajoya çêkirina birdarî bi leztir bikin û wiha axivî: “Em di salvegera şeşemîn a komkujiyê de birdariyê dixwazin.”   Dayika Korkmaz Tedîk ê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da, Zohre Tedîk jî destnîşan kir ku edalet bi yekitiyê pêkane û ji bo danişîna doza komkujiyê banga tevlîbûnê kir. Îshak Kocabiyik ê di komkujiyê de birîndar bû jî diyar kir ku dest ji gotinên aştî, edalet û biratiyê bernadin û wiha got: “Heta ku em gotina xwe ya dawî nebêjin, ev danişîn û zext xelas nabin.”