Ocalan: Tiştên diqewimin operasyona gladioya taybet a li hemberî gladioya xweser e 2021-06-10 09:06:02 STENBOL - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan anîbû ziman ku AKP bi Peymana Dolmabahçeyê (2007), gladioyaya xwe ya taybet çêkiriye û gotibû: "Tiştên ku îro diqewimin, operasyona gladîoya taybet a AKP'ê ye ku li hemberî gladîoya xweser a Gureş-Çîller kiriye. A ku îro tê kirin, operasyona gladîoya taybet a li hemberî gladîoya xweser e."    Piştî îtirafên rêvebirê çeteyan ên girêdayî dewletê Sedat Peker, careke din têkiliya dewlet-mafya-siyasetê ket ber nîqaşan. Di vî warî de gelek şîrove û nîqaş tên kirin. Lê belê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di gelek pirtûkên xwe de û di hevdîtinên de yên bi parêzeran re, bal kişandiye ser têkiliya dewlet-mafya-siyasetê. Ocalan, diyar dike ku ev pergalên di nav dewletê de kodên xwe ji Îttihat û Terakkiyê girtine û astengiya herî mezin a li ber çareserkirina pirsgirêka kurdî jî ev pergal in.    PIRSGIRÊKÊN CIVAKΠ   Ocalan di pirtûka xwe ya "Nexşerê" (Turkiye’de Demokratikleşme Sorûnlari, Kurdistan’da Çozum Modellerî) de bi berfirehî li ser têkiliya dewlet-mafya-siyasetê sekiniye. Ocalan, di pirtûka xwe de diyar dike ku piştî şerê sar tu girîngiya teşkîlata Galdioyê nemaye, lê belê ji ber PKK'ê heya sala 2007'an jî li Tirkiyeyê çalak bûye û dibêje: "Gladioya NATO'yê ku li Tirkiyeyê di bin hin navan de dixebite, di warê bûrjûwayê de jî tu şensî nade ber demokrasiyê. Şerê çeteyan ên di nav dewletê de pirsgirêkên civakî pir kûr dike. Liv û tevgerên herî biçûk ên demokratîk jî dieciqîne. Ji lew re tevgereke demokratîk a muhtemel, wekî jiholêrakirina xwe dihesibîne."    KRÎZA KOMARÊ    Ocalan, bibîr dixe ku Komara Tirkiyeyê li ser enqaza krîza împaratoriyê hatiye avakirin ku hêza çekdarî ya Îttihat û Terakkiyê ew kûr kiribû û rûxiyabû. Ocalan dibêje: "Projeya komarê, projeyeke modernîteyê bû. Bi pesendkirina hêzên hegemonîk ên rojavayî li Lozanê pêk hat. Divê mirov bin vê xêz bike; Piştî 1926'an a bibandor ne bandora kesayetiya Ataturk e, ceribandina kadroyên îttihatparêz e ku gav bi gav Komarê bi dest xistin û feraseta faşîst li ser esasê netew-dewletkokek tund li sazîbûyûnê li hev anîn. Ataturk, bi awayekî zelal hewl daye artêşê derî siyasetê bihêle, dewleteke qanûnê ava bike, esasên sinif û zumreyan red bike, siyaseta li derve serbixwe û di nav xwe de azad pêk bîne. Lê ev siyaset ji aliyên kesên ku ew dorpêç kiribûn ve, bi polîtîkayên komploger û îmtiyazî hatin pûç kirin û ev siyaset heya roja îro bi darbeyan tê kirin. Yanî ya tê kirin bi darbeyên di nav qesrê de, bi komplo û darbeyên îttihatparêzan dewlet ji dewletê bê dûrxistin, bê bidestxistin û li ser civakê bibe rêvebiriyeke despotîk. Helbet li dijî vê ji bo dewlet wekî dewletê bê birêvebirin, gelek têkoşînên girîng hene. Avakirina komarê ya Mûstafa Kemal, yek ji van hewldanên sereke ye."    RÊXISTINA ÇETEYAN    Ocalan, di 18'ê Mijdara 1998'an de di bernameyeke televîzyonê de destnîşan dike ku rêxistina çeteyan dewlet, civak û sermayeyê daqurtandiye û dibêje: "Bala xwe bidinê; mesela bûyera Omer Lutfî Topal, dibêjin qiralê qumarxaneyan. Pereyê wî zêde bû, bera wî dan. Bi sedan tiştên bi vî rengî hene. Lê niha ev kanî dimiçiqin. Hêjayî gotinê ye ku ez ji were nirxandineke serokê TUSÎAD'ê Birêz Halîs Komîlî bibêjim. Belkî dubare be, lê ji ber ku dê hin rastiyan aşkere bike girîng e. Dibêje, zilamên sultan hatine ji bo şer kurê gundiyekî birine, hatine yê dudoyan jî xwestine, wî jî daye wan. Paşê hatine yê sisêyan jî xwestine, lê zilam gotiye; 'Herin ji sultan re bibêjin, bila pişta xwe nede min û şer nedomîne!' Serokê TUSÎAD'ê van tiştan dibêje û pir rast e. Êdî ev şer bi sermayeyê nayê birêvebirin."    FERMANA CIA'YÊ    Ocalan, di heman axaftina xwe de dibêje Gladio "rêxistina bin erdê ya NATO'yê ye" û wiha dibêje: "Ev rêxistina bin erdê, bi taybetî piştî jihevketina pergala Sowyetê, bi piranî li Ewropayê ji hev ket. Lê belê, li Tirkiyeyê ji hev neket. Sedema wê jî, sedemine herêmî ne. Di vê serdemê de pêdiviya Îsraîlê pir bi alîkariya Tirkiyeyê hebû. Û vê bi peymaneke eskerî-stratejîk qewî kirin. Tirkiye ji Îsraîlê ev tişt xwest; 'Em û te, em ê vê peymanê çêbikin, lê tu yê jî bi rêya Amerîkayê, li seranserê cîhanê destekê bidî şerê herî dijwar ku ez dikim.' Ev, ji bo Amerîkayê, ji bo CIA'yê fermanek e. Yanî Tirkiye bi tena serê xwe li cîhanê rejîma herî tarî domand û ev kir ku pêşî li ber destekkirina wê bê vekirin. Lê binerin, berdevkên Amerîkayê rojane bi helwesteke ji qiral bêtir qiral dibêjin em alîkariya Tirkiyeyê dikin. Lê ev polîtîka, dev ji çalakbûna Amerîkayê ya li herêmê berde, wê ber bi pêvajoyeke pir xedar ve biriye."    GEFA AGAR    Ocalan, di 31'ê Kanûna 2003'an de di hevdîtina xwe ya bi parêzeran re, dibêje: "Gladîoya NATO'yê, di warê bûrjûwayê de jî rê neda demokrasiyê. A heyî jî bû demokrasiyeke plankirî ku deh salan carekê bi darbeyan re rû bi rû dimîne. Darbeyên 1971 û 1982'yan, darbeyên Gladîoyê ne. Pevçûnên çepgir-rastgiran, kontrgerîlla, darbeya Gureş-Çîller û Hîzbullaha çete dewletê bi dest xist. Organîzasyoneke qerase heye. Organîzasyona ku 10 hezar kes kuştin çi be, ev organîzasyona qerase jî ew e. Hikûmet çawa nêzî vana dibe? Tenê bertekê nîşanî tetikêşan dide. Lê naxwaze organîzasyona qerase ya li pişt vê bibîne. Kurê Turkeş (Yildirim Tûgrûl Turkeş) çû tenîşta Çîllerê. Mahmût Yildirim (Yeşîl) niha li ku ye? Piraniya vana xwedî meaş in. Hîzbullah, bi awayekî qismî heye. Mehmet Agar, dibêje heger hûn bi ser min de bên ez ê biaxivim. Dikarin zirarê bidin her derî."    GLADYOYA AKP'Ê    Ocalan, di hevdîtina xwe ya 2'yê Sibata 2011'an a bi parêzeran re, destnîşan dike ku AKP, bi Peymana Dolmabahçeyê (2007) re ji bo qirkirina kurdan bi artêşê re li hev kiriye û beramberî vê peymanê jî AKP'ê gladioya xwe ya taybet ava kiriye. Ocalan dibêje: "Tiştên ku îro diqewimin, operasyona gladîoya taybet a AKP'ê ye ku li hemberî gladîoya xweser a Gureş-Çîller e kiriye. Hûn dibêjin, Gladio nehat tasfiyekirinan, hat nûkirin. Gelo em dikarin bibêjin, AKP dewleta xwe ya kûr ava dike? Belê, wisa ye lê ne hewce ye mirov bibêje dewleta kûr. Gladio ye, gladioya taybet e. Tişta îro tê kirin, operasyona gladioya taybet e, li hemberî gladioya xweser. Tê gotin, di nav artêşê de hin fermandar nehiştine li hemberî PKK'ê êrîşa hewayî bê kirin. Behsa meseleya Heronan dikin. Ji ber ku nehiştine, doz li van fermandaran hatiye vekirin. Ji ber ku ev fermandar xwe nedane ber şerê li dijî PKK'ê, tên tawanbarkirin. Ev, ew kes in ku wisa difikirin dê bi şer bi ser nekevin, lê belê ji aliyekî din ve jî, ev kes wekî kesên ehlê şer in tên nîşandan."    MA / Ferhat Çelîk