Banga alîkariyê ji bo tedawiya Mûstafa 2021-06-10 09:04:38 COLEMÊRG - Mûstafa Tekçî, dema hatiye dinê destê wî şikestî bûye. Dayika wî Gulşen Tekçî, diyar kir ku heger kurê wê neyê tedawîkirin dê felcî bibbe û ji bo alîkariyê bang kir.  Li navçeya Gever a Colemêrgê Gulşen Tekçî, di sala 2019'an de ji ber sancûyên ducaniyê diçe Nexweşxaneya Dewletê. Lê ji ber ku bijîşk B.K. di dema zarokanînê de şaş mudaxile kiriye kurê wê Mûstafa Tekçî, bi awayekî destê wî yê çepê şikestî, tê dinê. Ji ber vê îhmalkariya bijîşk B.K., nexweşîna "Brîndariya Brakiyal Pleksus" li Mûstafa Tekçî peyda bûye.    Gava Mûstafa Tekçî tê dinê, piştî demekê rewşa wî xirab dibe. Ji ber vê malbat wî dibe Nexweşxaneya Zanîngeha Hacettepeyê. Li vir tê tespîtkirin ku milê çepê yê zarok şikestiye. Çendî ku bi raporê îhmalkariya bijîşk B.K. hatiye tespîtkirin jî, heya niha di warê hiqûqî de tiştek nehatiye kirin.      PÊVAJOYA HIQÛQΠ   Tekçî, ji ber vê îhmalkariyê di Hezîrana 2019'an de li Dozgeriya Komarê ya Geverê giliyê bijîşk dike. Dozgerî jî ji bo lêpirsînê ji Qeymeqamtiya Geverê destûr xwest, lê belê qeymeqamtiyê di 29'ê Hezîrana 2019'an de bi hinceta ku "tu îhmalkariya bijîşk tune ye" nehişt lêpirsîn bê destpêkirin. Piştî biryara qeymeqamtiyê malbata Tekçî jî serî li Dadgeha Îdareyê ya Herêmê ya Erziromê da. Dadgeha Îdareyê ya Herêmê ya Erziromê jî di 8'ê Tîrmeha 2019'an de bi hinceta "delîl tune ne" serlêdana malbatê red kir.    Gulşen Tekçî ku tevî 4 zarokên xwe li Taxa Kişla ya Geverê di xaniyekî bi kirê de dimîne, 3 sal in di şert û mercên dijwar de ji bo tedawîkirina kurê xwe têdikoşe.    ÎHMALKARIYA BIJÎŞK    Tekçî, anî ziman ku piştî sancû dest pê kirine çûye Polîklînîka Zarokanînê ya Jinan a Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê û piştî bijîşk ew kontrol kiriye, wê birine cihê welidandinê. Tekçî, diyar kir ku gava kurê wê Mûstafa hatiye dinê rengê wî reş bûye û çavên wî mehekê sor, wek xwînê bûne.    Tekçî got: "Piştî zarok hat dinê, kurê min ji min stendin û tam 3 saetan rê min nedan. Min ji bijîşk re got, 'ka kurê min?', ji min re got, 'me ew biriye serwîsê, nikare bêhnê bistîne.' Ewilî ji min veşartin ku destê kurê min şikestye. Piştî çend saetan gava kurê min anîn cem min, pir digiriyah. Min ji bijîşk pirsî, çima digirî? Ji min re got, 'Meraq neke kurê te baş e. Ji ber ku birçî ye digirî.' PIştî kar û barên nexweşxaneyê, em çûn malê. Li malê min ê, kincên kurê xwe biguheranda, lê nikaribû milê xwe rake. Gava min dest da milê wî, kir qîrînî. Paşê dîsa em çûn enxweşxaneyê. Me sewqî Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Wanê kirin."    LÊPIRSÎN NEHAT DESTPÊKIRIN    Tekçî, anî ziman ku li nexweşxaneyê bijîşkan jê re gotiye kurê te felcî ye û got: "Gava min bijîşkê ku kurê min xist vî halî dît, min jê pirsî, çima te wisa kiriye. Ji min re got, 'Li ber ketim, xwezî wisa nebûna lê tiştekî ku em bikin tune ye.' Jixwe bijîşk piştî mehekê ji navçeyê çû." Tekçî, bilêv kir ku ji ber îhmalkariya bijîşk wisa bûye lê dîsa jî tiştek nehatiye kirin û got: "Ez çûm cem qeymeqam. Min daxwazname da Wezareta Tenduristiyê. Lê tiştek jê derneket. Çûm cem parêzeran, lê ji ber ku rewşa me ya aborî nebaş bû, me nikaribû tiştek bike. Dê tedawiya kurê min 15 salan dewam bike. Lê rewşa min a aborî nebaş e. Alîkariya min bikin."    Tekçî, anî ziman ku divê kurê wê 3 mehan carekê orteziyê biguherîne, lê ji ber ku rewşa wan a aborî nebaş e ancax 8 mehan carekê orteziyê diguherînin û got: "Rewşa min a aborî nebaş e. Duvê du mehan carekê wî bibim Enqereyê, lê nikarim. Alîkariyê dixwazim."    BANGAWAZÎ   Dayik Tekçî bang li Wezareta Tenduristiyê û Wezareta Dadê kir û got: "Bang li her kesî dikim, bila bibin dengê Mûstafa. Dixwazim wî tedawî bikim û oretziyan jê re bistînim. Min serî li gelek ciyan da, lê kesî tiştek nekir. Qey ji ber ku em colemêrgî ne, kes naxwaze aliyê me bike an jî dengê me nabihîse? Dixwazim her kes aliyê Mûstafa bike."