ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2021'AN 2021-06-10 09:00:11 * Jinên koçer ku dê havîna xwe li Zozana Sînekê derbas bikin, bi berên heywanan dest bi haziriya zivistanê kirin.  * Mûstafa Tekçî, dema hatiye dinê destê wî şikestî bûye. Dayika wî Gulşen Tekçî, diyar kir ku heger kurê wê neyê tedawîkirin dê felcî bibbe û ji bo alîkariyê bang kir.    * Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan anîbû ziman ku AKP bi Peymana Dolmabahçeyê (2007), gladioyaya xwe ya taybet çêkiriye û gotibû: "Tiştên ku îro diqewimin, operasyona gladîoya taybet a AKP'ê ye ku li hemberî gladîoya xweser a Gureş-Çîller kiriye. A ku îro tê kirin, operasyona gladîoya taybet a li hemberî gladîoya xweser e."    *  Endamê OHD'ê Parêzer Yûsûf Çakas, diyar kir ku şert û mercên girtîhan bandorek nebaş li tenduristiyê dikin û pergala tenduristiyê ya girtiyan jî hatiye tecrîdkirin.    * Li navçeya Hezexê ya Şirnexê, ji bo ku di avahiyên dîrokî, parq, baxçe û peyarêyan de bên bikaranîn ostayên keviran di bin germa 35 pîleyî de teşe didin kevirên bazalt.    * Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû, daxuyandibû ku "di dema wan de îşkence nemaye". Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Mûhammet Unal ku sîxurtî lê hatiye ferzkirin, bertek nîşanî daxuyaniya Soylû da û got: "Madem pêkûtî tune ne, îja ev tiştên hatin serê me çi ne?"    * Li Êlihê di salekê de li 8 deverên cuda bi dîmenan tahde û îşkenceya ku polîs û notirvanan li welatiyan kiribû derketibû holê, lê belê heya niha polîs û notirvanek jî nehatiye darizandin.    * Çalakiya nobeta “Edaletê” ya Malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 94’emîn de berdewam dike.   * Danişîna doza ewil a derbarê rojnamevan Rûşen Takva de hat vekirin dê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê were dîtin. (10.00)   * HDK, wê 11’emîn Lijneya Giştî ya Asayî li Eywana Mîra Palas a li navçeya Avcilarê li dar bixe. (10.00)   * HDP wê di çarçoveya “Hevdîtinên Kar û Nan” de li Antalyayê bi hilberînerên serayê û esnafan re bê gelhev. (10.00-18.00)   *Komeleya Aştî û Piştevaniyê ya 10’ê Cotmehê wê têkildarî meha 68’emîn a Komkujiya Gara Enqereyê li pêş Gara Enqereyê çalakiya bîranînê pêk bîne. (10.04)   * MED-DER û Komeleya Wêjekarên Kurd ji bo jinên ku bi kurdî dinivisînin û xebatên zimanê kurdî bi rê ve dibin wê li cafeyek Sûra Amedê şahiyek li dar bixin. (16.00)