87 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin 2021-06-09 20:47:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 87 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin û 6 hezar û 454 kes jî pê ketin.   Wezareta Tenduristiyê, daneyên rojane yên şewba Covîd-19'ê parve kirin. Li gor daneyan li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 87 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine û 6 hezar û 454 kesên din jî pê ketine.   Tevî daneyên dawî hejmara kesên heya niha mirine bû 48 hezar û 428 û hejmara kesên heya niha pê ketine jî bû 5 milyon û 306 hezar û 690.