HDP'ê malbatên kesên ku bi awayekî biguman jiyana xwe dest dan, ziyaret kir 2021-06-09 19:19:18   AMED - Heyeta HDP'ê, çû Farqîn û Hezroyê, malbatên ku xizmên wan bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dane, ziyaret kir.    Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Dersim Dag, Hevserokê HDP'a Amedê Zeyyat Ceylan û endam û rêvebirên partiyê, çûn Farqîn û Hezroyê, malbatên kesên ku di demên dawî de xwe kuştin û malbatên jinên bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dan, ziyaret kirin.    Heyet ewilî çû gundê Fêra yê Farqînê, cem malbata Mizgîn Şîmşek ku 20 roj berê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da û çû cem malbata Mûhammed Şîmeşk ku di 3'yê Hezîranê de xwişka xwe Rengîn Şîmşek û paşê xwe kuştibû. Heyetê bi malbatan re axivî û derbarê mirina xizmên wan de salix girtin. Paşê heyet çû navçeya Hezroyê, malbata Ayşe T.'ya bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da, ziyaret kir.    Heyetê, di serdanan de destnîşan kir ku kuştina jinan û zêdebûna xwekuştinê têkildarî polîtîkayên hikûmetê yên li hemberî jinan e.