Şewata li Pîranê di roja 9’an de didome: Kes mudaxale nake 2021-06-09 12:41:06   AMED – Şewata ku piştî operasyona leşkerî li bejahiya gundê Pîrejmanê derket, di roja 9’an de didome. Hat diyarkirin ku agir ber bi nava gund ve diçe.   Di 1’ê hezîranê de piştî operasyona leşkerî li bejahiya gundê Pîrejmanê yê navçeya Pîranê ya Amedê, li daristanên pêşa çiyayê Gorseyê şewat derket. Ji ber mudaxale nayê kirin şewat 9 roj in didome û bi bandora bayê li gundên Nerbiş û Wişkala yên navçeya Miyaran a Xarpêtê belav bû. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmê hat wergirtin; rexmî ku hindik maye ku agir bigihîje nav malan jî mudaxaleyî wî nayê kirin.