Pitika ku hat angaştkirin ketiye jiyana xwe ji dest da 2021-06-09 11:00:24   MÊRDÎN – Li navçeya Kerboranê pitika ku hat angaştkirin ji pacê ketiye, jiyana xwe ji dest da.   Li taxa Bahçebaşi ya navçeya Kerboranê ya Mêrdînê,  pitik L.B.(2) ku hat angaştkirin ji qata 4’an ji pacê ketiye, bigiranî birîndar bû. Xizmên pitikê wê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kerboranê. Piştî mudaxaleya destpêkê pitik ji vir jî sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hat kirin. Hat hînbûn ku pitika di rê de jiyana xwe ji dest daye piştî otopsiya wê bê kirin dê bê veşartin.