Li Stenbolê serdegirtina malan: Endam û rêveberên HDP’ê binçav kirin 2021-06-09 09:45:09   STENBOL – Li 8 navçeyên Stenbolê, polisan bi ser malan de girtin û endam û rêveberên HDP’ê binçav kirin.    Li 8 navçeyên Stenbolê, polisan bi ser malan de girtin. Di serdegirtinan de polisan endam û rêveberên HDP’ê binçav kirin. Hat hînbûn ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, lêpirsînek daye destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê de biryara binçavkirina 12 kesan daye. Heta niha di serdegirtinan de polisan 4 kesan binçav kiriye. Polisan her çar kesên ku binçav kirin bi xwe re birin Miduriyeta Polisan a Stenbolê.    Kesên hatine binçavkirin navê wan wiha ne: Rêveberên HDP’a Bajar a Stenbolê Fener Gunana û Ahmet Sûbaşi û xebatkarê ewlehiyê yê HDP’a Stenbolê Mûstafa Tûrgût û Hevserokê HDP’â Beyoglûyê Mehmet Saît Bor.