Bertek nîşanî binçavkirina Avci dan 2021-06-08 15:38:22   WAN – Rexistina HDP’ê ya Wanê, bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredarê Wanê Mûstafa Avci ku qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin da.    Rêxistina HDP’ê ya Wanê, bi daxuyaniyekê bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredarê Wanê Mûstafa Avci da. Hevserokên HDP û DBP’ê yên bajar jî di nav gelek HDP’î û DBP’î tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Hevşaredarê Tûşbayê Yilmaz Berk axivî û diyar kir ku binçavkirina Avci êrişa li dijî vîna demokratîk a gelê kurd û şertên dewleta hiqûqê ye û wiha got: “Em ê li dijî zextên li ser partiya xwe têbikoşin. Em ê ji kesên ku dixwazin partiya me bigirin di sindoqê de hesab bipirsin.”