Hevserokê KCD’ê Ozturk: PDK li dijî gelê kurd di nav îxanetê de ye 2021-06-08 15:28:12 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, diyar kir ku PDK bi piştevaniya operasyona Tirkiyeyê ya derveyî sînor îxanetê li gelê kurd dike û wiha got: “PDK jî nema, malbata Barzanî jî nema. Dê kî rêzê ji kesên îxanetê li gelê xwe dike re bigire.”   Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) jî tevlî operasyona ku artêşa tirk di 23’yê hezîranê de li Herema Kurdistanê dabû destpêkirin bû. Ligel ku cerdevan û endamên Artêşa Netewî ya Sûriyeyê (SMO) yên ji Lîbyayê vekişiyan li operasyonê hatin zêdekirin jî pêşketin çênebû. Piştî vê PDK kete dewrê û di 5’ê hezîranê de pêşmerge sewqî herema Behdînanê kirin. Ev gava ku hat avêtin rageşiya heremê zêdetir kir. Ji ber vê hewldana wê di nav rayagiştî ya kurdan de li dijî PDK’ê bertekên mezin hene.    GAV BI GAV DAGIRKIRIN   Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, diyar kir ku PDK’ê ji roja ewil heta niha piştevaniya operasyona derveyî sînor dike û rê ji Tirkiyeyê re vekiriye û wiha got: “Bi destê PDK’ê Kurdistan gav bi gav tê dagirkirin. Ev rê ji bo berjewendiyên PDK’ê û malbata Barzanî hatiye vekirin û gelê kurd vê qebûl nake."   ‘KURDISTAN JI PDK’Ê PÊK NAYÊ’   Ozturk, helwesta PDK’ê weke ‘Îxaneteke mezin’ bi nav kir û wiha axivî: “Gelê başûrê Kurdistanê zilma Sedam dît. Enfal û Helepçe jiyan. Li dijî van hemûyan li ber xwe da û statuyek bi dest xist. Malbata Barzanî û PDK îro van nirxan, bedelên hatine dayîn difiroşe. PDK ji bo berjewendiyên xwe dibe amûrê polîtîkayên AKP’ê û MHP’ê. Kurdistan ji eşîra Barzanî pêk nayê. Em ne eşîr in em gelê kurd in. Em îro destûr nadin ku Dehaq ji nava me derkevin.”   ‘PDK DIJMINATIYA GELÊ KURD DIKE’   Ozturk, destnîşan kir ku tifaqa AKP’ê û MHP’ê li bingeha dijminatiya gelê kurd ava bûye û PDK jî bûye hevparê wan û wiha berdewam kir: “Tifaka faşist a AKP’ê û MHP’ê îro dibêje ‘Kerkuk û Musil ên me ne’ Vê yekê bi awayekî vekirî dibêjin. PDK, bi hişmendiya dibêje ‘Kurdê herî baş kurdê mirî ye’ bi MHP’ê re hevkariyê dike. Îro PDK’ê pêşengtiya dijminatiya gelê kurd dike, dijminê gelê xwe ye. Ji ber wê yekê gotineke PDK’ê ya têkildarî gelê kurd bibêje nemaye.”   ‘MEŞRÛKIRINA DAGIRKIRINÊ’   Ozturk, bal kişand ku operasyona derveyî sînor dagirkirina Herema Kurdistanê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Armanç ne PKK ye. Êrîşî Rojava kirin, êrîşên Efrînê li ber çava ne. Li Efrînê PKK hebû? Her kesên ku paradîgmaya birêz Ocalan diparêzin PKK’yî ne? Sendîkaya herî mezin a Îngîlîstan û Gallerê Unite The Union kampanyaya ‘Ji bo Ocalan azadî’ bi rê ve dibe. Ji ber wê yekê PKK hêcet e. Ji ber vê yekê divê PDK xwe nexapîne. Ev êrîş topyekun li dijî gelê kurd in. Tirkiye dixwaze gelê kurd di qirqirinê re derbas bike. Bila PDK dest ji derew, meşrûkirina dagirkirinê û xwe xapandinê berde. Kurdistan ne malbata Barzanî ye, gelê kurd e. Ji ber wê yekê em têkoşîna rûmet, aştî û yekitiyê bi rê ve dibin. Em ê rûmeta gelê kurd biparêzin, em nikarin berjewendiyên partiyekê, eşîretekê û malbatekê bifikirin. Ev têkoşîna gelê kurd ya hebûn û tunebûnê ye.”   JI PDK’Ê RE RÊZ NEMA   Ozturk, gefên Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ên piştî biryara referanduma di sala 2017’an de li Herema Kurdistanê hatibû wergirtin bi bîr xist û wiha pê de çû: “Gelê Başûrê Kurdistanê biryara referandume girt, berteka herî mezin Tirkiyeyê nîşan da. Bi birçî hiştinê gef li gelê kurd xwarin. Rêveberiya Başûr li dijî gefan bêdeng ma, lê me bertek nîşan dan. Hedê kê ye ku gelê kurd birçî bihêle. Lê nikarîn bêjin ‘ev ax ya me ye’. Ev hişmendî dikare çiqas bijî. Ez bi awayekî aşkera dibêjim; ev îxaneteke mezin e. Ji ber vê yekê PDK nema, malbata Barzanî jî nema. Li her çar parçeyên Kurdistanê gelê ji malbata Barzanî re rêz digirt. Ji vê saetê û şunde tu rêz û hurmet nema. Kî dê rêzê ji kesên îxanetê li gelê xwe dike re bigire.”   RÛYÊ PDK’Ê YÊ RAST   Ozturk herî dawî wiha got: “Ermenî û Suryanî qir kirin, îro jî dixwazin kurdan bi heman awayî qir bikin. Lê em ê rûmeta gelê kurd biparêzin. Kurd jiyaneke wekhev û azad dixwazin. Em jî vê diparêzin. Di van şeş mehan de tiştek nema ku nekirin. Karîn kurdan xelas bikin? Ev hewldan beredayî ne. Rûyê PDK’ê yê rast derket holê. Ev bi awayekî aşkera dijminatiya gelê kurd e. Meseleya esas dagirkirina Kurdistana Başûr e. PKK nîne. Edhem Barzanî yê ji malbata Barzanî jî daxuyand ku ev dagirkirine. Rastî eve. Li gel vê yekê piştevanî were kirin, dijminatiya gelê kurd e. Ez careke din dibêjim, Başûrê Kurdistanê ji PDK’ê û malbata Barzanî pêk nayê. Rast e, demekê pêşengtî kirin lê gelê kurd bedelên mezin dan. Kesên bi dijminên kurdan re hevkariyê bikin dê xwe xelas bikin.”