Parlamenterên kurd û Iraqê wê li Metînayê lêkolînê bikin 2021-06-08 13:47:13 NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeyeke ku ji parlamenterên Parlementoya Iraqê û Herêma Kurdistanê pêk tê, dê li Metînayê cihê ku wesayîta pêşmergeyan lê teqiyabû lêkolînan bike. Şande wê piştî lêkolînê raporek amade bike.  Di 5'ê hezîranê de dema konvoya pêşmergeyên PDK’ê ber bi herêma Metînayê ve diçû li dijî wê teqîneke mezin pêk hat. Di teqînê de 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da û 4 jî birîndar bûn. Li ser vê yekê Şandeyeke ku ji parlamenterên Parlementoya Iraqê û Herêma Kurdistanê pêk tê hat avakirin. Şande wê li heremê lêkolînan bike.    WÊ RAPOREKÊ AMADE BIKE   Li gorî nûçeya ku der barê mijarê de di Rojnews’ê de cih digire; wê şande biçe seredana herema Metînayê. Parlamenterê Goranê Şaxewan Reuf ku di şandeyê de cih digire têkildarî mijarê ev agahî dane: "Şande nûnertiya Parlamentoya Iraq û Herêma Kurdistanê dike. Di şandeyê de nûnerên fraksiyonan û lijneyên peywendîdar yên herêmê jî hene. Em ê îro biçin Zaxo, Şeraniş, Batûfa û sibe jî biçin herêma Amêdiyê. Em dixwazin cihên bûyerên dawî lê qewimîne bibînin, bi taybet jî bûyera şehîdbûna pêşmergeyan. Piştî serdana me temam bû, em ê raporek hevbeş, li ser encamên seredana xwe amade bikin.”   KCK’Ê BANG KIRIBÛ   Ji aliyê din KCK’ê têkildarî têqînê bang kiribû ku şandeyeke serbixwe û bêalî biçe heremê lêkolînan bike.