Ji CHP, DEVA û Gelecekê berteka girtina HDP’ê 2021-06-08 12:57:35 ENQERE – Parlamenterê CHP’ê Alî Mahîr Başarir, diyar kir ku rojev ne girtina HDP’ê nelirêtî ne. Alîkarê Serokê Giştî yê Gelecekê Ayhan Sefer Ustun jî da zanîn ku tola hilbijartinan ji HDP’ê tê girtin.   Bi daxwaza girtina HDP’ê careke din ji aliyê Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn ve dozname hat amadekirin û ji Dadgeha Destûra Bingehîn re hat şandin. Parlamenter û nûnerên CHP, DEVA û Gelecekê berteka nîşanî girtina HDP’ê dan û destnîşan kirin ku tola hilbijartinan ji HDP’ê tê girtin.    BAŞARIR: ROJEV NELIRÊTÎ NE   Parlamenterê CHP’ê yê Mersînê Alî Mahîr Başarir, diyar kir ku ew li dijî girtina partiyan e û ev tişt got: “Li her dera welat nelirêtî, bertil û bêedaletî heye. Em jî radibin girtina partiyeke ku koma wê heye nîqaş dikin. Li kîjan dera cîhanê hatiye dîtin ku partiyeke ku koma wê heye û ji sedî 12 deng girtî ye, hatiye girtin? Çareserî ev e? Girtina partiyeke ku bi milyonan hilbijêrê wê hene amûra guhertina vê rojeva qirêj e. Heta ku operasyona destên paqij neyê kirin, gelek heyf e ku xelasiya welat di girtina partiyekê de tê dîtin. Rojev xizanî, nelirêtî, wezîrên qirêj û partiyeke qirêj bûye ye. Ji bilî vê hemû rojev rojevên çêker in.”   USTUN: TÊ XWESTIN TOLA HILBIJARTINAN BÊ GIRTIN   Alîkarê Serokê Giştî yê Gelecekê Ayhan Sefer Ustun, diyar kir ku li dijî girtina partiyan e û têkildarî mijarê ev tişt anîn ziman: “Wê pirsgirêk bi girtina partiyê çareser nebe. Doza girtina HDP’ê dozeke siyasî ye. Bi salan e girtiyan partiyan didome. Ev rêbaz li partiyên muxafazakar jî hat sepandin. Encamek ji vê nehat girtin. Ji ber vê nêrîna me zelal e. Heke HDP’ê di hilbijartinên Stenbolê de piştgiriya Tifaqa Cûmhûr bikira wê îro bûne taca seriyan. Tola hilbijartinan jê tê girtin. Dixwazin siyasetê bixitimînin û dizayneke siyasî ji bo pêşerojê bikin.”   EKMEN: NE HIQÛQÎ YE ZEXTA SIYASÎ YE   Alîkarê Serokê Giştî yê DEVA’yê Mehmet Emîn Ekmen jî da zanîn ku weke partî ew li dijî girtina partiyan e û ev nirxandin kir: “Doza ku li HDP’ê hatiye vekirin ne pêwistiyeke hiqûqî û edlî ye,  bi zexta siyasî û bi daxwazê hatiye vekirin. Di nav desthilatê de nîşanên gelek bazaran hene. Dibe ku ji bo reşkirina rojevê vê bikin. Ji ber ku em bi koalisyon û rêveberiyeke ne zelal re rû bi rû ne li ser îhtîmalan diaxivin.”   MA / Diren Yurtsever