Danişîna rojnameger Eser û Topaloglû taloq bû 2021-06-08 12:11:21   STENBOL – Di danişîna rojnameger Sadiye Eser û nûçegîhanê MA’yê Sadik Topaloglû de rexmî ku parêzeran daxwaz kir ku biryar bê dayîn jî dadgehê danişînê taloq kir.    Çaremîn danişîna doza rojnameger Sadiye Eser û nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sadik Topaloglû, li 22’yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê ya Edliyeya Çaglayanê hat dîtin.  Eser û Topaloglû ku bi angaşta “emdamtiya rêxistinê” tê darizandin tevlî danişînê nebûn. Parêzerên wan li danişînê amade bûn.  Rexmî ku derbarê wî de biryara bi zorê anînê hebû jî şahid Ozgur Baran tevlî danişînê nebû. Danişînê bi tespîta nasnameyan dest pê kir.   ‘ÊDÎ GIRÎNGIYA ŞAHID TUNEYE’   Parêzer Ayşe Acînîklî ku mafê axaftinê girt, diyar kir ku wê di rojên pêş de heyeta dadgehê biguhere û daxwaz kir ku di dosyayê de biryar bê dayîn û wiha got: “Lêpirsînkirina Ozgur Baran girîng e lê nedîtina wî encamê aloztir dike. Derbarê biraziyê Sadik Topaloglû, Haci Yûsûf Topaloglû de jî heman îfade dabûn. Li wir Baran tê guhdar kirin lê tiştekî wî hev nagire û Haci Yûsûf Topaloglû beraet dike. Di sala 2014’an de dema ku Sadik ketiye dersên xwe Baran li ser îfade daye. Ji ber vê dubare dibêjim ku agahiyên wî ne rast in. Ji ber ku agahiyên şaş die ne girîng e ku îfadeya wî bê girtin. ”    ÎFADEYÊN ŞAHID HEV NAGIRIN   Piştre parêzer Ozcan Kiliç jî da zanîn ku îfadeyên şahid di hêla hiqûqê ve tu girîngiyeke wan tune ne û ev tişt got: “Di dosyayê de 8 navnîşanên Ozgur Baran hene. Lê çawa çêdibe nayê dîtin. Ji ber ku derbarê gelek kesan de axiviye nayê tercîhkirin ku wî bînin. Em dubare dikin ku tu girîngiya guhdarîkirina Ozgur Baran tune ye.”   Piştî parastina parêzeran heyeta dadgehê danişînê taloqî 21’ê îlonê kir.