Nobeta Edaletê di roja 92’yemîn de ye: Dê kengî qanûn bê bicihanîn? 2021-06-08 11:58:22 RIHA - Malbata Şenyaşar a li ber Edliya Rihayê di roja 92’yemîn de nobeta xwe ya “Edaletê” dewam kir, pirsa “Gelo dê kengî qanûn bê bicihanîn? kir.”   Dayika Emîne Şenyaşar a 2 kurên xwe û hevjînê xwe di êrişa xizm û parazvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz de winda kirin, bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re li ber Edliya Rihayê di roja 92’yemîn de nobeta xwe ya “edaletê” dewam dikin. Malbata Şenyaşar di saetên serê sibê de, hat ber edliyê û li ber bendên edliyê bi dowîzên “Edalet” li ser nivîsandibûn dest bi nobeta xwe kir.   LI NEXWEŞXANÊ KOMKUJÎ KIRIN   Malbatê li ser hesabê xwe yê medya virtual hesabên twîtterê yên Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul, Wezareta Dadê û Walîtiya Rihayê yên fermî nîşan kir û ev parvekirin kir: “Li Meclîsê parlamenterekî destê xwe radike û datîne (Îbrahîm Halîl Yildiz) heye! Mantiqa 'dozger bi her awayî di destê me de ne, kes nikare dest me bide' ev sê sal e li Rihayê tê sepandin. Li Nexweşxaneya dewletê komkujî heye!”