‘Bila Înce li medrese û alimên kurdan binêre’ 2021-06-08 11:39:08   ŞIRNEX – Mamosteyên ji Înîsiyatîfa Mamosteyên Kurdî, bertek nîşanî gotina Serokê Giştî yê Partiya Welat Mûharrem Înce dan û gotin ku heke Înce dîroka kurdan binêre dê bersiva xwe ji medrese û alimên kurdan bigire.   Serokê Giştî yê Partiya Welat Mûharrem Înce, di 4'ê heziranê de tevlî weşana zindî ya qanaleke tirkî bûbû û ji bo perwerdeya zimanê zikmakî ya kurdî ev tişt gotibû: “Mijara perwerdeya zikmakî mijara pedagojiye ye. Fêrkirina fizik û bîrkariyê ya bi kurdî tê vê wateyê, ‘Ey keç û xorta kurd bibe bijîjk lê Îzmîrê peywir neke, li Colemêrgê bimîne’. Vê daxuyaniya Înce bû sedema nîqaşan û gelek derdoran bertek nîşanî Înce dan. Me ji Însiyatîfa Mamosteyên Kurdî xwe gihand mamosteyan û gotinên Înce yên têkildarî perwerdeya bi kurdî ji wan pirsî. Mamosteyan, bertek nîşanî gotina Înce dan û gotin ku di bingeha gotinên Înce de nenaskirina nasnameya kurd heye.   ‘KURD JI MAFÊ XWE BÊPAR IN’   Mamoste Fatma Şahîn, diyar kir ku gotinên Mûharem Înce ne sîyasî ne jî zanistî ne û wiha got: “Ev gotin li dijî bingeha zanîst û perwerdeya navnetewî ne. Li Cîhanê gelek pispor qebûl dikin ku perwerdeya bi zimanê dayikê hem ji bo fêrbûnê û hem jî ji bo pedagojîyê baş e. Tevî ku li Tirkiyeyê bi milyonan kurd hene jî kurd ji mafê xwe yê perwerdeya bi zimanê zikmakî bêpar in. Heke li Tirkiyeyê astengiya li pêşiya perwerdeya bi zimanê dayikê bên rakirin dê kurd jî wek her nijadî pêşketinên mezin bi dest bixin.    ÇIMA KURD NIKARIBE?   Mamoste Şahîn, di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku bingeha gotinên Înce tune ye û ev tişt gotin: “Gotina Înce ya ‘kurdên perwerdeya kurdî bibînin dê nikaribin li rojavayê Tirkiyeyê bijîn’ li dijî raşiye ye. Îro kesekî Tirk an jî Ereb ferq nake, bi zimanê xwe yên dayikê perwerde dibîne û dikare li her deverê cîhanê kar bike. Kesekî kurd çima nikaribe ji bilî bajarên kurd kar bike? Rastiya hebûna bi milyonan kurdam û zimanê wan ji hêla rayedaran ve nayê dîtin. Heke kesên van gotinan dikin li dîroka kurdan binêrin dê bersiva xwe ji medrese û alimên kurdan bigirin.”   'NAHÊLIN PÊŞIYA ZIMANÊ KURDÎ VEBIBE'    Mamoste Demhat Yildiz jî da zanîn ku dema ku mijar dibe kurd û zimanê kurdî hemû hêzên nijadperest dibin yek û ev nirxandin kir: “Mûharrem Înce, di Hilbijartina Serokkomariyê de bi saya dengê kurdan dengekî zêde bi dest xistibû û bûbû duyemîn. Înce bi vê gotinê bersiva xwe ya li dijî kurdan daye. Ev gotinên Înce fikra siyaseta Tirkiyeyê ya li dijî  kurdan nîşanî me dide. Dema ku mijar kurd û zimanê kurdî be fikir yek e. Nahêlin ku pêşiya zimanê kurdî vebe. Zarokistan hat vekirin, dewletê dît ku zimanê kurdî bi pêş dikeve girtin. Nehiştin ku bi pêş ve biçe û perwerdehiya ziman bê dayîn.”   'DURÛITIYÊ DIKIN'    Mamoste Yildiz, got ku li gorî demê siyaseta siyasetmenderên tirk a li dijî kurdan diguhere û ev tişt anîn ziman: “Mûharrem Înce dema ku di CHP'ê de jî siyaset dikir heman hişmendî di serê wî de hebû. Li hemberî kurdî fikra CHP'ê jî heman e. Sekna dewletê ya li dijî zimanê kurdî diyar e. Heke zarokên Mûharrem Înce bixwazin ku fêrî îngilîzî bibin divê em ji vê re rêz bigirin. Lê çima dema kurdek dixwaze bi zimanê dayikê perwerdehiyê bibîne, ev pêk nayê? Heke ji bo îngilîzî rêz bigirin û ji bo kurdî rêz negirin ev durûtî ye. Mûharrem Înce bi vê dixwaze dengên nijadperastan bigire."   MA / Zeynep Dûrgût