Ji Cudî heta Behdînanê qirqirina daran: Talan û diziyê sînor derbas kirin 2021-06-08 11:32:28   ŞIRNEX - Parlementerê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz birîna daran a ji Çiyayê Cûdî heta Behdînanê dirêj dibe weke “qirqirinê” bi nav kir û wiha got: “Heman tîm li Başûrê Kurdistanê, wî aliyê sînor talanê didomîne. Qada ku rant, dizî û şelandin lê tê kirin, sînor derbas kiriye.”   Birîna daran a li Çiyayê Cûdî yê Şirnexê ku bi avakirina qereqol û kalekolan dest pê kir, 2 sal in berdewam dike. Par li gundên Cifane, Nerex, Gilindor, Nêvava, Sorbitnê, Bêşêrê, Gundikê Remo û heremên Gurariştê, Gera Rûviya, Şikira Kera û Banê Êlî yên li quntarê Çiyayê Cûdî bi hezaran dar hatibûn birîn. Ev qirqirina daran îsal li herema Besta Tîkera ya li Çiyayê Cûdî tê domandin. Hat diyarkirin ku qirkirina ku 2 sal in berdewam dike, ji aliyê endamê eşîra Babat sercerdevan Kazim Babat ve tê birêvebirin.    ÎHALE DI DESTÊ ÊŞÎRA BABATAN DE YE   Dîsa di operasyona ku artêşa tirk li heremên Metîna, Avaşîn û Zapê yên Herema Federe ya Kurdistanê da destpêkirin de jî bi heman awayî dar tên birîn. Darên ku endamên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê  (SMO) û cerdevan li heremên Behdînan û Heftenînê yên li ser sînor dimînin dibirin, tînin Tirkiyeyê û difiroşin. Hat diyarkirin ku endamê êşîra Babat sercerdevanê berê Şehmûs Babat ê di çarçoveya operasyona Herema Kurdistanê ya Federe de îhaleyên rê girtine, li herêma Avagûzê ya Heftenînê daran dibire. Hat hînbûn ku darên hatine birîn ji aliyê cerdevanan ve bi heq li TIR’an tên barkirin.    NÊZÎKATIYA ‘METÎNGEHIYÊ’   Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, têkildarî birîna daran nirxand. Kaçmaz, birîna daran a li heremê weke “qirkirin” bi nav kir û wiha got: “Qirqirina daran nîşan dide ku weke mêtîngeh nêzîkî vê erdnîgariyê dibin. Birîna daran encama polîtîkayên neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Pêkanînên weke birîna daran di salên 90’î de jî dihatin meşandin. Di van 2 salên dawî de li Çiyayê Cûdî û Gabarê siya darên mazî jî bûye "gefa ewlehiyê" û tahrîbatê dikin.”   DIZIYA KOMIRÊ   Kaçmaz, anî ziman ku îhaleyên qirqirina daran ên li heremê, didin sercerdevan û cerdevanan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îro heman tîm li başûrê Kurdistanê, wî aliyê sînor talanê didomîne. Li gorî agahiyên zelal ên me ji rayedarên heremê wergirtin, berê Çemê Hêzil tê guhertin û komir tê dizîn. Qada ku rant, dizî û şelandin lê tê kirin, sînor derbas kiriye.”   ‘NEBIN AMÛR’   Kaçmaz, bang li kesên ku di birîna daran de cih digirin kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ew darên ew îro dibirin ne tenê diziya pêşeroja wan tê wateya dizîna pêşeroja zarok û neviyên wan jî. Divê nebin amûrê vê yekê. Divê xweza û pêşeroja xwe ji bo 3-5 qirûş pereyan bi destên xwe ji holê nerakin.”