Hevşaredarê Wanê Avci hat binçavkirin 2021-06-08 09:45:27   WAN – Polisan bi ser mala Hevşaredarê Wanê Mûstafa Avci ku qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin de girtin û ew binçavkirin.    Li Wanê, polisan bi ser mala Hevşaredarê Wanê Mûstafa Avci ku di 19’ê tebaxa 2019’an de ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin de girtin û ew binçavkirin. Hat hînbûn ku polisan Avci birina Şaxa TEM’ê ya Wanê. Derbarê binçavkirina Avci de tu agahî nehatin bidestxistin.