Kanar: Dewlet li Îmraliyê sûc dike 2021-06-08 09:06:00 STENBOL - Parêzer Ercan Kanar, diyar kir ku dewlet guh li pîvanên Mandela nake û bi vî awayî li Îmraliyê sûc dike. Kanar, destnîşan kir ku divê Ocalan bê berdan.  Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), di 25'ê Gulanê de bi îmzeya 770 parêzeran bang kir ku bila tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin û parêzer biçin hevdştinê bikin. Yek ji parêzerê ku îmze dabû Ercan Kanar got: "Heya ceza bi dawî bibe, divê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin û li girtîgeheke nêzî malbatê bê ragirtin. Esas divê Ocalan berdan."   ‘FERASETA NÎJADPEREST'    Kanar, Bibîr xist ku di sala 1955'an de Neteweyên Yekbûyî ji bo girtiyan pîvanên standard ên kêm ragihandin û paşê di sala 2005'an de hatine revîzekirin û got: "Xala yekem a pîvanên Mandela, divê di înfazê de cihêkarî tune be. Di doktrîna înfazê d ejî ev rêgez girîng e; gava sûc teqez bibe, sûc çi dibe bila bibe pêwendiya kes bi sûc re diqede. Yanî divê qanûna înfazê ji bo hemû kesên hatine cezakirin wekî hev pêk bê. Divê dîn, zimanî nîjad û sinif esas neyê girtin. Tecrîda li Îmraliyê li dijî vê pîvana bingehîn e." Kanar, destnîşan kir ku pîvana herî girîng a pîvanên Mandela jî divê cezayên hucreyê yên bêdem bên qedexekirin û got: "Heta cezayên hucreyê yên 15 rojî jî hatine qedexekirin. Her wiha pîvanek din jî, divê girtî bibin girtîgehek nêzî malbata wî. Gava em li gor van pîvanan lê mêze bikin, tişta ku niha ji bo Ocalan pêk tînin, feraseteke înfazê ya hiqûqa dijminatiyê ye. Heta feraseteke înfazê ya nîjadperest e. Lewm divê tecrîd bi dawî bibe."    ‘DIVÊ OCALAN BÊ BERDAN'    Kanar, bibîr xist ku li Îmraliyê cezayên hucreyê yên bêdem hene û mafên telefonê, hevdîtina bi malbatê û parêzeran re tên astengkirin. Kanar, diyar kir ku di raporên CPT'yê de jî hatine diyarkirin ku mafên qanûnî tên astengkirin û hatiye gotin, divê pergala înfazê bê guherandin. Kanar got: "Di biryarên DMME'yê û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê de jî cezayê muebeta heta bi hetayê tê rexnekirin. Mafê her kesî yê azadiyê heye û divê cezayê muebetê di navbera 8-14 salan de be. Gava em di vî warî de lê mêze bikin, divê cezayê heta hetayê yê Ocalan bê betalkirin. Heya ceza bi dawî bibe, divê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin û li girtîgeheke nêzî malbatê bê ragirtin. Esas divê Ocalan berdan."   HIQÛQA ŞER    Kanar, anî ziman ku ya li Îmraliyê pêk tê hiqûqa şer e û îqtidar ji dêvla bi çavê welatiyekî li Ocalan mêze bike, bi çavê dijminan lê mêze dike. Kanar, destnîşan kir ku mafên ji bo welatiyan pêk tên, ji bo Ocalan pêk nayên. Kanar, anî ziman ku ev nêzîkatiyeke nîjadperest e û got: "Tecrîd, di warê laşî û zihnî de mirov dikuje. Ev nêzîkatî, ev mantiq li dijî qanûna înfazê ye. Li dijî pîvana qedexekirina îşkenceyê ye. Tecrîda dûdirêj, îşkence ye. Binpêkirina pîvana qedexekirin îşkenceyê ye."    SÛC DIKIN    Kanar, destnîşan kir ku divê dewlet dev ji hiqûqa şer berde, ji lew re li dijî pîvanên navneteweyî ye û got: "Nha dewlet hem qanûna înfazê binpê dike, hem jî pîvanên Mandela binpê dike û bi vî awayî sûc dike."    BANG LI MUXALEFETÊ KIR    Kanar, destnîşan kir ku partiyên muxalafeta sereke jî ji bo tecrîd û bêhiqûqîtiya li Îmraliyê xwe li bêdengiyê danîne û got: "Ji bo şikandina tecrîda li Îmralî pêdivî bi zextên civakî yên dorfireh heye. Civak divê dengê xwe bilind bike. Saziyên civaka sivîl divê peywira dikeve ser milê wan bikin. Pêdivî bi têkoşîneke dûdirêj heye."