ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2021'Ê 2021-06-08 09:00:44 * Derket holê ku Amîrê Şaxa Narkotîkê ya Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê Hakan Çîl, personelê emaneta edlî M.S. û muxbîr Ûmût Gok, tiryaka di depoya emanetê de firotine û hatine girtin û piştî 44 rojan hatine berdan.  * Hunermendên bertek nîşanî negirtina Mûsa Orhan dabûn, derbarê wan de doz hatibûn vekirin. Parêzer Yelda Koçak, diyyar kir ku armanca van dozan ew eku bertak civakiyî bitepisîne û got: "Dê qîrînên Îpek Erê di guhên darazê de olan bidin."    * Parêzer Ercan Kanar, diyar kir ku dewlet guh li pîvanên Mandela nake û bi vî awayî li Îmraliyê sûc dike. Kanar, destnîşan kir ku divê Ocalan bê berdan.    * Di îdianameya derbarê Hevserokê MEBYA-DER'ê Şeyhmûs Karadag de, peyama "Tu li ku derê yî?" û bersiva ji bo peyamê "Li goristanê me" wekî "alîkariya maddî û manewî ya ji bo rêxistinê" hatiye nirxandin.    * Endama Komeleya Jinan a Starê Rojbîn Bor ku di 16 mehan de derbarê wê de 28 lêpirsîn hatine destpêkirin got: "Tiştekî ku jinan dikujin, tahde, tecawiz û tacizê dikin nakin, lê radibin kesên li ber van pêkanînan radibin ceza dikin. Dixwazin bi lêpirsînan me ji têkoşînê dûr bixin."    * Endama HD'ê Sûzan Akîpa, anî ziman ku tecrda li Îmraliyê êdî hatiye asteke ku ji Tirkiyeyê jî wêdetir e û got: "Em dibînin ku îqtidar bi tecrîdkirina Ocalan li hemberî aştî, demokrasî, hiqûq, wekhevî û edaletê eniyek ji xwe re çêkiriye."    * Çalakiya Malbata Şenyaşar a “Edaletê” ku li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin wê di roja 92’emîn de were şopandin.   * Danişîna doza rojnamevan Rûken Demîr a bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” derbarê wê de hatiye vekirin dê li 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê were dîtin (10.00)   * 4’emîn danişîna ku nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sadik Topaloglû û rojnamevan Sadiye Eser jê tên darizandin dê li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê were dîtin. (10.15)   * Danişîna “Doza Sereke ya KCK’ê” ku 205 siyasetmedarên kurd jê tên darizandin dê li 3’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê were dîtin. (10.30)   * Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firat (DFG), dê Nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê yê Buroya Amedê Hafiz Akdemîr li kolana hatibû qetilkirin û pişt re navê wî danê bi bîr bîne. (10.30)   * Danişîna doza rojnamevan Canan Coşkûn, Can Ûgûr û Alî Kaçar ên ji ber nûçeyên derbarê lêkolîna cînayeta Berkîn Elvan de çêkirin tên darizandin dê li 34’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê were dîtin. (10.30)   *Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Antalyayê di çarçoveya “Hevdîtinên Kar û Nan” de wê bi hin beşên cuda re hevdîtinan bike. (10.30-18.00)   * Dê MHP, HDP û CHP li Meclîsê kom civînan li dar bixin. (10.45-13.30)   *Danişîna nûçegihana Jinnewsê Melîke Aydin ku ji ber nûçeyên çêkirin tê darizandin wê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê were dîtin. (14.00)