Li Amedê astengkirina mîtînga ziman bi meşekê hat şermezakirin 2021-06-07 22:05:47   AMED – Li Amedê li gel hemû astengî û dorpêçkirina jî meşa ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê bi berzkirina dirûşmeya "Bê ziman jiyan nabe" pêk hat.    Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî bi armanca zimanê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê, li gel kampanyaya îmzeyan ku di 22'yê Sibatê de dabû destpêkirin, li gelek deveran mîtîngên ziman jî li dar dixe û bi vî awayî kampanyayê berfirehtir dike. Torê ewilî xwest li Cizîrê û li Wanê mîtîngên ziman li dar bixe, lê belê her du mîtîng jî bi hinceta pandemiyê hatibûn astengkirin. Îro jî dixwest saet di 4'ê esir de li Qada Stasyonê ya Amedê mîtîngê li dar bixe, lê belê Walîtiya Amedê bi heman hincetê mîtînga Amedê jî qedexe kir û polîsan hemû kuçe û kolanên ber bi Qada Stasyonê ve diçin girtin û nehiştin kes biçe qada mîtîngê.    Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, parlementerên HDP'ê Dersîm Dag, Huseyîn Kaçmaz, Ayşe Surucu, Remziye Tosûn, Îmam Taşçier, Serokê Giştî yê KKP'ê Sînan Çîftyurek û nûnerên pêkhateyên Tora Ziman û Çanda Kurdî li serê Kuçeya Hunerê hatin dorpêçkirin.    Polîsan nehişt welatî tevli komê bibin. Her wiha welatiyên ji avahiya HDP'a Yenîşehîrê derketin jî polîsan ew dan sekinandin û nehiştin biçin Kuçeya Hunerê.    POLÎSAN MUDAXILE KIR   Welatiyên ku xwestin daxilî nav komê bibin, polîsan bi copan û mertalan mudaxileyî wan kirin. Her wiha polîsan endama OHD'ê Gulîstan Ataş û parêzer Riza Polat û gelek welatî derb kirin.    Welatiyan jî bi berzkirina "Bê ziman jiyan nabe" mudaxileya polîsan şermezar kir.    Her wiha Dayikên Aştiyê jî piştgiriya çalakiyê kirin. Dayikên tevli çalakiyê bûn, xwestin bi polîsan re biaxivin. Diyar kirin ku ji bo zimanê xwe tevli vê çalakiyê bûne û ev mafê wan ê herî rewa ye. Gava rojnamevanan xwest gotinên dayikan tomar bikin, polîsan mudaxileyî wan kir.    Piştî çalakiya rûniştinê ku bi qasî du saetan dewam kir, polîsan gotin dê destûra daxuyaniyê bidin. Piştî vê parlementeran jî xwest kesên din jî daxilî daxuyaniyê bibin. Lê polîsan ev yek qebûl nekir. Li ser vê girseyê jî ragihand ku dê bi vî awayî daxuyaniyê nede û rewşa heyî şermezar kir.    MEŞIYAN    Girseyê paşê ji bo belav bibe dest bi meşê kir. Di dema belavnûnê de dirûşme hatin berzkirin. Piştî vê cardin polîsan pêşiyah girseyê birî. Welatiyên derdorê jî bi çepikan piştgiriya girseyê kirin.    Piştî vê Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk û bi dehan kes jî li Kuçeya Hunerê dest bi meşê kirin. Girseyê di dema meşê de dirûşmeya "Bê ziman jiyan nabe" berz kir. Piştî meşa girseyê çalakî bi dawî bû.