Sefin Dizeyî: Em ji birîna daran agahdar bûn 2021-06-07 16:50:01 NAVENDA NÛÇEYAN – Berpirsê Ofîsa Karên Derve yê Herêma Kurdistanê Sefîn Dîzeyî, li xwe mikûr hat ku Tirkiyeyê wan ji birîn û hilkirina darên Herêma Behdînanê agahdar kirine û ev tişt got: “ Ew kesên ku îhaleya vî karî girtine, ji bo sûd ji daran bigirin, hinek zêdetir dar birrîne.”    Berpirsê Ofîsa Karên Derve yê Herêma Kurdistanê Sefîn Dîzeyî, ji Servîsa Soranî ya Dengê Amerîkayê re axivî û gelek mijarên di rojeva başûrê Kurdistanê de nirxand. Dîzeyê, li xwe mikur hat ku Tirkiyeyê wan ji birîn darên Herêma Behdînanê agahdar kirine.    Dîzeyî, pirseke têkildarî birîna daran a Tirkiyeyê ya li herêma Behdînanê ya Herêma Kurdistanê wiha bersivand: “Em ji çêkirina rêyan ji bo herêmê hatine agahdarkirin. Rêyên leşkerî ji bo hêsankarî ji operasyonê re çêbike, tên çêkirin. Ewên ku îhaleya van karan girtine û dar dibirrin, hinek zêdetir dibirrin ji bo sûd jê bigirin. Me parêzgeha Duhokê û Waliyê Şirnexê jî bi rêya konsosxaneya Tirkiyeyê ve hişyar kiriye.”