Ji rojnamevanên ku dewleta kûr wan kuşt: Hafiz Akdemîr 2021-06-07 13:03:08 AMED - Nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr ê 29 sal berê ji aliyê rêxistinên dewleta kûr ve hat qetilkirin wê li kûçeya hatiye kuştin were bibîranîn. Hevserokê DFG’ê Serdar Altan got têkiliyên dewlet-çete-mafya ku îro derdikevin holê diyar dibe ku Hafiz Akdemîr ji aliyê dewleta kûr ve hatiye kuştin.    Di salên 1990’î de li bajarên bakurê Kurdistanê gelek rojnamevan, siyasetvan û parêzvanên mafê mirovan ji aliyê rêxistinên dewleta kûr ve hatin kuştin. Ev demeke Sedat Peker ê ku di nav wê rêxistinên dewleta kûr ve cih digirt kirinên wan salan radixe ber çavan. Di nava mikurhatinên Peker de rojnamevanên wek Kutlu Adali, Hrant Dink û Mûsa Anter ku ji aliyê rêxistinên di nav dewletê de hatine kuştin hene. Peker navê rojnamevanên ku di nava wan rêxistinên dewletê de cih digirin jî eşkere dike.    Dewleta kûr di salên 1990’î de pir çalak bû û gelek rojnamevanên kurd qetil kir. Rojnamevan ji ber êrişên dewleta kûr, sirgûn bûn, gef li wan hat xwarin û hatin girtin. Yek ji rojnameya ku herî zêde bû hedefa dewleta kûr jî Rojnameya Ozgur Gundemê ku di 14’ê nîsana 1994’an de bi biryara dadgehê hatibû girtinê ye.    Rojnameyê nêzî du salan weşana xwe domand û di nava vî du salî de 30 heb nûçegihanê rojnameyê di nav de 76 xebatkarên rojnameyê hatin kuştin. Yek ji van nûçegihanê hat kuştin jî Hafiz Akdemîr e. Akdemîr ê 27 salî piştî ku rojnameyê dest bi weşana xwe kir 9 roj şûn ve di 8’ê hezîrana 1992’yan de dema ji malê diçû buroya rojnameyê li kuçeyek navçeya Sûrê bi êrişek çekdarî re rûbirû ma û jiyana xwe ji dest da.    Têkildarî kuştina Akdemîr lêpirsîn hat destpêkirin lê 8 sal tiştek jê derneket. Di wan salan de dewletê rêxistina Hîzbûllahê bi rêxistin kiribû û gelek rojnamevan û pêşengên kurdan ji aliyê wan veh atin kuştin. Serekê Hîzbûllahê Huseyîn Velîoglû di 17’ê çileya 2000’î de li navçeya Beykoza Stenbolê di vîlayekê de hatibû kuştin û piştî vê kuştinê li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê “Doza Sereke ya Hîzbûllahê” hat vekirin. 31 bersûc ji vê dozê hatin darizandin û ev kes ji 188 bûyerên kuştinê berpirsiyar dihatin dîtin û kuştina Hafiz Akdemîr jî di nav de cih digirt.    KUJERÊ WÎ JI DOZA HÎZBÛLLAHÊ HAT DARIZANDIN    Tetikkêşê kuştinê Cîhan Yildiz ê bi nasnav “Huseyîn” ku endamê Hîzbûllahê bû di sala 2008’an de ji aliyê Înterpolê ve li Avusturyayê hat girtin û anîn Tirkiyê. Ev tetitkêş bi tevî kuştina Akdemîr ve ji 11 bûyerên kuştinê berpirsiyar hat girtin. Di encama darizandinê de ji ber sûcê 6 kuştinan û du bûyerên birîndarkirinê cezayê muebetê lê hat birîn. Lê belê bi biryara “binpêkirna mafê darizandina adilane” ya Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ku dabû ev kujer bi girtiyên din ên Hîzbûllahê re serbest hat berdan. Tê gotin ku ev kujer bi endamên din ên Hîzbûllahê re reviyaye kampên wê rêxistinê yên li derveyî welat.    LI GIRTÎGEHÊ KOVARAN DERDIXE    Akdemîr di sala 1965’an de li navçeya Licê ya Amedê hatiye dinê û hêj 24 salî bû bavê wî wefat dike. Akdemîr di salên xwendekariyê de rêxistina bi navê Rizgariya Neteweyî ya Kurdistan (KUK) nas dike û bi hêceta ku sempatîzanê wê tê girtin. Akdemîr li Girtîgeha Leşkerî ya Amedê beşdarî çalakiyên berxwedana girtiyan dibe û wî sirgûnî girtîgehên Eskîşehîr û Aydinê dikin û li girtîgehê kovarên bi navê “Heyamola” û “Kardelen” derdixe.    GIRTÎGEH, SIRGÛN, GEF Û KUŞTIN…    Akdemîr piştî 7 salan ji girtîgehê derdikeve û li Rojnameya Yenî Ulke dest bi nûçegihaniyê dike. Ev rojname tê girtin û li Rojnameya Ozgur Gundemê li Amedê wek nûçegihan dixebite û gelek nûçeyên girîng ji raya giştî re radigihîne.    Ew gelek nûçe û nivîsên girîng derbarê Hîzbûllahê û kontragerîlla de dinivisîne û piştî gefên lê tên xwarin ew di 8’ê hezîrana 1992’yan de dema diçe buroya rojnameyê tê kuştinê.    GELEK MERAQA WÎ HEBÛYE    Xizma Akdemîr, Aklîme Hanas behsa serpêhatiya jiyana Akdemîr kir û destnîşan kir ku Hafiz gelek ji xwendin û nivîsnadinê hez dikir û meraqa wî hebû û hêj zarok bû wî dest bi xebatên welatpariyê kiriye. Hanas mala Akdemîr ku lê dima nîşanî me da û diyar kir ku her roj div ê rêyê de diçû kar û ew her roj bi coş û kêfxweşî diçû kar û roja 8’ê hezîranê ji bo ew rastiyan binivisîne dema diçû kar, li kûçeyê hat qetilkirin. Hanas anî ziman ku dema ew di kuçeya Akdemîr lê hatiye qetilkirin de derbas dibe her tim xemgîn dibe û got: “Kuçeyên me hemû bi xwîna însanan sor bûbûn. Ev kûçeyên me tije cînayet in û êş û kul in.” Hanas da zanîn ku Akdemîr ji aliyê dewleta kûr ve hatiye qetilkirin û xwest hesab were pirsîn.    ALTAN: KEVNEŞOPIYEK LI PEY XWE HIŞTIN    Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan jî destnîşan kir ku Hafiz Akdemîr û hevrêyên xwe di wê serdemê de kevnşeşopyek li pey xwe hiştin. Altan anî ziman ku dema nûçegihanê Yenî Ulkeyê Cengîz Altûn di meha sibata 1992’yan de li Batmanê hat qetilkirin rê li ber kuştina gelek rojnamevanan vekiriye û Hafiz Akdemîr jî di heman salê de hat qetilkirn û ew ne mirovek ji rêzê bûye. Altan got ji ber ku wî têkiliyên Hîzbûllah û dewletê ango dewleta kûr deşîfre dikir hatiye kuştin. Altan diyar kir ku Hafiz Akdemîr tevî gefên lê hatibûn xwarin jî bi paş ve gav neavêtiye û wî canê xwe da lê pênûsa xwe neda. Altan destnîşan kir ku têkiliyên dewlet-çete-mafya ku îro ji aliyê Sedat Peker ve li holê tên raxistin diyar dibe ku rojnamevanên wê demê ji aliyê dewleta kûr ve hatine qetilkirin. Altan got têkiliyên qirêj ên salên 90’î îro jî berdewam dike û rojnamevan îro jî di hedefa îqtidarê de ne.    AKDEMÎR WÊ SIBÊ WERE BIBÎRANÎN    DFG wê sibê li kuçeya ku navê Hafiz Akdemîr lê kirine li taxa Îskenderpaşa saet di deh û nîvê serê sibê de bernameyek bîranînê li dar bixe.    MA / Eylem Akdag