Tirkiye li cihên ku bi awayekî eskerî dikeviyê îstîsmar dike 2021-06-07 11:37:49 RIHA - Hêzên eskerî yên Tirkiyeyê bi hinceta PKK’ê, li bajarên Bakurê Sûriyeyê weke Efrînê zeytûn, li Girê Spî genim û Serêkaniyê jî ceh deste ser kirin. Niha jî bi heman hincetê, ketiye Herêma Federe ya Kurdistanê, daran dibire û bar dike.     Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) di 23’yê Nîsanê de, li dijî herêmên Metîna, Zap û Avaşîn ên Herêma Kurdistana Federe, hem ji hewa û hem jî bejayî dest bi operasyonê kir. Operasyona di roja 46’emîn de dewam dike. Ji ber ku TSK’ê nekarî eskeran li herêmê dane û bi cih bibe, hêzên paramîlîter ên DAIŞ’î yên ji Lîbya û Karabagê paşve kişandin û hêzên girêdayî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li herêmê bi kar tîne. Tê îdîakirina ku Tirkiyê ev herêm ji bo 49 salan ji PDK’ê kiriye û ji ber vê bi operasyonan hewl dide mirovan ji vê herêmê derbixe û bê mirov bihêle.   Li herêma hewl tê dayîn ku hêzên paramîlîter werin bicih kirin, dar tên birîn û bi navgîniya şîrketên Tirkiyê tên firotin. Zeviyên çandiniyê, bax û baxçeyên mirovên herêmê pê debara xwe dikin, tên bombebaran kirin. Sûc û kiryarên talan, xesp, fidye, tecawîz, revandin û dagirkirinê yên Tirkiyeyê bi hêzên paramîlîter li Efrîn, Girê Sipî û Serêkaniyê kirin, hemû hatine raporkirin û pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî (NY) û saziyên navneteweyî hatine kirin. Tirkiyeyê li bajarên Bakûrê Sûriyeyê dest danî ser zeytûn, ceh û genimê welatiyan. Niha jî bi heman rêbazê li Herêma Kurdistana Federe daran dibire û difiroşe.    DARAN DIBIN Û BAR DIKIN   Li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên ku Tirkiye dixwaze hêzên xwe lê bi cih bike, cerdevan û çeteyên OSO daran dibirin û difiroşin. 47 gundên girêdayî herêma Berwarî û bajarokên Bêgova û Dêrekar ên girêdayî navçeya Zaxo ya Dihokê, ji ber êrişin hewayî hatin valekirin.    Wekîlê Parlamentoya Kurdistanê Rêving Hirorî di 28’ê Gulanê de beşdarî bernameyekê Rûdawê ya girêdayî PDK’ê bibû û darbarê birîna daran de, wiha gotibû: “Eskerên Tirk di nava sinorê Başûrê Kurdistanê de, dixwaze baregehên mîna kelehan çêbike. Çeteyên bi eskerên Tirk re hatine herêmê, daran dibirin û dizîtiyê dikin. Li herêma Nizare Tayê ya li ser sinor, daristanek mezin heye. Ji pirbûna daran mirov nihare rojê bibîne. Tevahiya darên wê herêmê hemû birîne. Li herêma Geverok-Zaxo jî, eskerên Tirk dar birîne. Li gorî agahiyên hatin ber destê me, esker bi cardevan û çeteyan re, daran ku dibirin bi rêya şîrketên gengaz dibin Tirkiyeyê difiroşin.”