Îsal li zozanên Feraşînê kon dereng hatin vedan 2021-06-07 09:11:49 ŞIRNEX - Her sal li gel helîna berfê zozaniyên ku berê xwe didin zozanên Feraşînê îsal ji ber operasyon û hişkesaliya li herêmê dereng derketin zozanan.   Her sal li gel hatina biharê koçer û zozanî berê xwe didin zozanên Feraşînê yên bi ser navçeya Elkê ya Şirnexê ve. Zozanên Feraşînê ya ku di navbera Şirnex, Colemêrg  û Wanê da cih digire her sal di mehên biharê da li gel helîna berfê şîn dibe. Zozanên herêmê yê ku bilindahiya wê bi 2 hezar û 625 metreye jî, ji bo koçeran jî dibe qada debarê. Zozanên Feraşînê ku her sal di demsala biharê de koçer diçûnê, îsal ji ber operasyon û hişkesaliyê dereng çûn. Li herêma gundê Tangaxana yê li Feraşînê ku di sala 1994'an de hatibû valakirin û rêpêketiya navnîşana koçeran e ev 15 roj in kon lê tên vedan.      'HETA MIRINÊJÎ EZ Ê DEST JI XAKA XWE BERNEDIM'    Ji şêniyên gund Bahar Borak (67) diyar kir ku piştî ku gundê wan hat valakirin, ew ji neçariya xwe derbasî Wanê bûn û wiha behsa wan salan kir: "Piştî ku gundê me hat valakirin, em ji neçariya xwe derbasî bajêr bûn. Em 2 salan li Elkê man û pişt re jî me berê xwe da Wanê. Dema ku em ji gund hatin derxistin, me zehmetiyeke mezin kişand. Beriya ku gundê me vala bibe, hevjînê min di îşkenceyêan de derbas kirin. Diranên wî şikandibûn. Piştî ku hevjînê min berdan, di ser malan de girtin û gundê me ji hêla cerdevanan ve hat şewitandin. Me gelek zehmetî kişand. Lê me dîsa jî dev ji axa xwe berneda. Ev 4-5 salên dawî ne em di meha biharê de tên gund û heta payîzê li vir dimînin. Beriya niha zozanên me qedexe bûn û ji ber wê jî em nedihatin. Îsal jî ji ber operasyonan em hatinê lê em dereng hatin. Sebra min gelek li vir tê. Heta mirinê jî ez ê dest ji axa xwe û welatê xwe bernedim. Di bajaran de mirov nikare derkeve derve, lê zozan xweş in û bêhna mirov pir li vir dertê. Ez tenê jî li vir bimînim sebra min tê. Ji ber ku axa min e."   'XEBAT HEMÛ LI SER MILÊ JINAN E'    Perîhan Abî jî anî ziman ku jiyana zozanan bi qasî ku xweş e zehmetiyên wê jî hene û karê wan serê sibê dest pê dike û heta şevê didome û wiha axivî: “Ev 30 sal in bi her  hatina biharê re em berê xwe didin zozanan. Ev nêzî 15 roj in em hatine. Di jiyana me de, zehmetî, di demsala havînan de dest pê dike û heta payîzê didome. Em serê sibehê zû radibin diçin berîvaniyê. Piştî vegerê jî em xwarin çêdikin û bi zarokên xwe re eleqeder dibin. Heta êvaran em nasekinin. Hemû xebat li ser milê me jinan e. Ji ber wê barê me jinan girantir e. Lê tevî vê zehmetiyê jî jiyana zozanan xweştire ji ya bajaran."   'LI HERÊMÊ ÎSAL HIŞKESALIYEKE BI XETERE HEYE'    Ji koçeran Haci Muhammed Ozkan (60)  yê ku ji navçeya Cizîrê pezê xwe aniye zozanên Feraşînê jî bal kişand ser hişkesaliyê û da zanîn ku cara yêkeme ku ew îsal bi hişkesaliyeke wiha re rûbirû ne û wiha got: "Ciwantiya min hemû li van zozanan derbas bû. Ji roja famberî xwe bûme heta niha ez pez xwedî dikim. Zozanên me gelek xweşin. Hem bêhna mirov derdikeve û hem jî mirov debara xwe dike. Xwedîkirina peza xweş e. Lê hema zehmetiyên wê gelek in. Zehmetiya vê jî pêtir li ser milê jinan e. Heger ku li deşta Cizirê çêre hebûya em îsal nedihatin vir. Lê îsal hişkesaliyeke xetereyî heye. Kaniyên me hemû ziwa bûn. Deşt û zozan neman. Li vê herêmê zozan hişk bûn û ji ber wê em îsal heta vir hatin. Berf heliyaye û baran nebariye. Di salên berê de li vê herêmê cihê ku şîn nebûba, tune bû. Lê îsal ne wisa ye û ji bo ku em pezê xwe biçerînin em li cihên bi giya digerin."   MA / Zeynep Durgut