Maçîn: Divê kurd dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê teşhîr bikin 2021-06-07 09:10:21 RIHA - Parlamenterê HDP’ê Nusrettîn Maçîn bertek nîşanî piştevaniya PDK’ê ji bo operasyona Tirkiyê û şerê li dijî axa Başurê Kurdistanê da û got: “Heke gelê kurd vê dagirkeriyê li kolanan teşhîr neke, wê hêj rojên dijwartir li benda me bin.”  Parlamenterê Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) ê Rihayê Nusrettîn Maçîn operasyona Tirkiyê ya li dijî axa Başûrê Kurdistanê û piştevaniya PDK’ê ya ji bo artêşa Tirkiyê ji ajansa me re nirxand.    Maçîn bertek nîşanî sewqiyata leşkerî ya PDK’ê da û li dijî êrişan banga yekîtiya neteweyî li gelê kurd kir.    DIJMINATIYA LI HEMBER KURDAN    Maçîn anî ziman ku dijmintiya îqtidara AKP-MHP’ê ya li dijî gelê kurd bedewam dike û îro ev dijminahî li ser axa Başûrê Kurdistanê didome û got: “Arman ne PKK ye, armanc ew e ku Başûr û Rojavayê Kurdistanê dagir bikin. Lewma divê gelê kurd û siyaseta kurd divê vê dagirkeriyê teşhîr bikin.”    DIVÊ METIRSÎ WERE DÎTIN    Maçîn daxuyaniya siyasetmedarê kurd Edhem Barzanî ku metirsiya xwe ji bo axa başûrê Kurdistanê anîbû ziman bi bîr xist û wiha got: “Tirkiye dixwaze 30-40 kîlometre axa Başûr dagir bike. Baregehên leşkerî ava dikin û bi vî awayî êriş dikin. Hikumeta başûrê Kurdistanê û hikumeta Iraqê dengê xwe dernaxin. Divê rêveberiya Herêma Kurdistanê viya baş dizanibe, Dewleta Tirk bikeve cihekî jê dernakeve. Edhem Barzanî jî bi wê qîrîna xwe xwest viya bîne ziman. Heke gelê kurd vê dagirkeriyê li kolanan eşkere neke, wê rojên dijwartir li benda me bin. Divê siyaseta kurd metirsiya ku dibêje ez têm bibîne. Divê bi gel re li dijî vê siyasetê bi rê ve bibin.”   YEKÎTIYA NETEWEYΠ   Maçîn anî ziman ku li dijî êrişan lazim e yekîtiya neteweyî ya gelê kurd were avakirin û got: “Hêzên siyasî yên li Başûr divê dagirkeriyê vebêjin. Heke kurd bibin tifaqa xwe pêk bînin û bibin yek deng wê ev deng li her deverê were bihîstin. Wê dostên kurdan jî dengê xwe bilind bikin. Divê ku du hêzên dînamîk ên sereke pêşengiya yekîtiya bikin û ev hêz jî Başûrê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê ye.”