Welatiya ji Iraqê: Dixwazim emeliyat bibim 2021-06-07 09:00:37 WAN - Kanyan Ebûbekîr Muhemmed a ji Iraqê ji dayikbûna xwe ve bi nexweşîna hestiyê qorikê re rûbirû maye dixwaze emeliyat bibe. Hevjînê wê Şamal Abdullah jî bi lingê xwe yê asteng dixwaze debara malbatê bike.   Malbatek ji Iraqê ji ber sedemên zoriyên hatine serê wan 5 sal berê hatiye Wanê bicih bûne. Kanyan Ebûbekîr Muhammed ji zarokatiya xwe ango ji dayikbûna xwe ve bi nexweşîna hestiyê qorikê ve rûbirû bi maye. Bi zehmetî dimeşe. Di sala 2018’an de li Nexweşxaneya Zanîngeha Yuzuncu Yila Wanê tedawiyek xeletî lê tê kirin û ji wê rojê her ku diçe rewşa wê nebaş dibe.    Muhammed di sala 2019’an de sewqî Nexweşxaneya Zanîngeha Hacettepe ya Enqereyê tê kirin û li virt ê tedawîkirin û pişt re jî wê sewqî Navenda Sepan û Lêkolîna Tenduristiyê ya Zanîngeha Gaziyê tê kirin û qorika wê ya rastê emeliyat dikin û ji ber qorika wê ya çepê nehatiye emeliyatkirin, rojane bi zehmetiyan re rûbirû dimîne.    Hevjînê wê Şemal Abdullah (35) jî hêj 7 salî ye dema çêre berhev dike mayinek diteqe û ji ber vê yekê lingê wê yê çepê seqet dibe. Abdullah li ser gopalê xwe bi rê ve diçe û ji bo debara malbata xwe bike jî di karên sivik de dixebite.    SALEK JI NAV NIVÎNAN DERNEKETIYE    Kanyan Ebûbekîr Muhemmed wiha dibêje: “Qorika min rastê baş e, lê ji ber ku qorika min çepê nehatiye tedawîkirin û ji ber êş û jana wê dermanan vedixwim û nikarim li serê bimeşim. Ji ber vê nexweşînê salek ji nava nivînan ranebûm. Mesref û dermanên min biha ne. Ji ber ku mala me sê qatî ye nikarim dakevim û derkevim. Ji ber qorika xwe nikarim karên malê jî bikim. Dixwazim alîkarî bo min were kirin. Ez dixwazim qorika min a çepê jî were tedawîkirin.”