Li gundên Amed û Xarpêtê şewata daristanan derket 2021-06-06 21:27:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gundên bi ser navçeya Pîranê ve û li gundên navçeya Aricak a Xarpêtê ku operasyonên leşkerî lê didomin şewata daristanan derket. Şewat ji rayedaran re hatiye ragihandin lê gotine "Tiştek em bikin nîne."    Li gundên Pîrejman û Kayaş ên bi ser navçeya Pîrana Amedê ve û li gundê Nerbiş û Wişkala yên bi ser navçeya Aricak a Xarpêtê ve dikevin sînorên hev û operasyona leşkerî lê didome şewata daristanan derket.    Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin diyar kirin ku li Çiyayê Gorse ku li Pîranê ye 5 roj in operasyona leşkerî didome.    Gundiyên li herêma şewatê li rayedaran geriyane lê rayedaran ji wan re gotine "Tiştek em bikin nîne." Hat zanîn ku di şewatê de gelek ajalan jiyana xwe ji dest daye û zirarek mezin daye xwezayê.