96 kesên din jî ji ber Kovîd-19'ê mirin 2021-06-06 21:19:02     NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber vîrûsa koronayê di 24 saetên daw3i de 96 kesan jiyana xwe ji dest da û 5 hezar û 386 pêketiyên nû hatin tespîtkirin.    Wezareta Tenduristiyê tabloya vîrûsa koronayê (Kovid-19) ya rojane belav kir. Li gorî daneyan li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di 24 saetên dawî de 96 kesan jiyana xwe ji dest da û 482 nexweşên nû jî di nav de bi giştî 5 hezar û 386 pêketiyên nû hatin tespîtkirin.    Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji ber vîrûsa koronayê hejmara miriyan gihîşt 48 hezar û 164’an û hejmara pêketiyan jî bi giştî gihîşt 5 milyon 287 gezar û 980'an.