Li 12 gundên Hîzanê qedexe hat ragihandin 2021-06-05 15:17:08   BEDLÎS - Li 12 gund û mezrayên navçeya Hîzana Bedlîsê qedexeya derketina derve hat ragihandin.    Walîtiya Bedlîsê ji bo 12 gund û mezrayên girêdayî navçeya Hîzana Bedlîsê qedexeya derketina derve ragihand. Walîtiyê ragihand ku wan li gundên Koçlu, Keklik, Akbiyik, Gokçe, Karadal, Olçulu, Bozpinar, Çayir, Kopru, Yelkiran, Aktay û Karal û mezrayên wan ji ber oparasyona leşkerî qedexe hatiye ragihandin.    LI 10 GUNDAN QEDEXE DIDOME   Li aliyê Walîtiya Bedlîsê di 2'ê hezîranê de li 10 gund û mezrayên girêdayî navçeya Tetwana Bedlîsê jÎ ji ber operasyona leşkerî qedexeya derketine derve ragihandibû. Li vê herêmê şerên dijwar di navbera leşker û endamên HPG'ê de qewimîne û serpelek û du cerdevan hatine kuştin. Herî kêm 6 leşker jî birîndar bûn. Qedexeya derketina derve li van gundan di roja 5'an de berdewam dike.