50 rêxistinên sivîl giliyê Tirkiyeyê kirin 2021-06-06 14:34:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Silêmaniyê 50 rêxistinên civaka sivîl giliyê Tirkiyeyê kirin û xwestin Tirkiye hêza xwe ji xaka Başûrê Kurdistanê vekişîne.    Li Silêmaniyê 17 rêxistinên civaka sivîl biryar dabûn ku li dijî operasyon û êrîşên Tirkiyeyê yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê gilî bikin. Îro 50 rêxistinên civaka sivîl li Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Silêmaniyê giliyê êrîşên Tirkiyeyê ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê kirin. Sekreterê Partiya Kesk a Kurdistanê  Milko Bazyanî bi nûnertiya 50 rêxistinên sivîl û jîngehî gilîname pêşkeşî Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî (NY) kir û di civîna çapemeniyê de diyar kir ku wan ev gilî kiriye, wê heta dawiye mijarê bişopînin û dest jê bernadin.   'XWEZAYA KURDISTANÊ XETA SOR E'    Milko Bazyanî daxuyanî da û wiha got: “Xwezaya Kurdistanê xeta sor e. Her alî û dewletek dest bêjitê, em ê li dijî rawest in. Ji ber ku jîngeh û xweza mafeyek giştî ye. Em dest ji vî mafê xwe bernadin.”   Berpirsê Rêxistina Rewşenbîrî ya Nalî Hewrê Dilşad jî got: “Em van binpêkirina heta dawî bişopînin. Em ê vê mijarê bigihînin Parlamentoya Iraqê û aliyên din ên peywendîdar.”