Malbata Şenyaşar xwest dosyeya nexweşxanê bê vekirin 2021-06-06 12:43:36   RIHA - Malbata Şenyaşar, xwest ku dosyeya derbarê êrişa li dijî ferdên malbatê ya li nexweşxaneyê pêk hat de, bê vekirin.   Çalakiya nobeta “Edaletê” ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar a li ber Edliya Rihayê di roja 90’emîn de ye. Malbata Şenyaşar ji ber qedexeya derketina kolanan a pandemiyê, çalakiya xwe ya îro li mala xwe ya li Pirsûsê li dar xist.   Malbatê di parvekirina xwe ya medya înternetê ya îro de, wiha got: “LI QESRA EDALETÊ YA RIHAYÊ, dozger kesên li nexweşxanê komkujî pêk anîn diparêze û wê di vê bêhiqûqiya xwe derbasî dîrokê bibe. Bila dosyeya dozê were vekirin, EDALET cihê xwe bibîne.”   BIRYARA 3 ROJAN NOBETÊ   Ferit Şenyaşar, diyar kir ku ji ber pirsgirêkên tenduristiya dayika xwe, ew ê ji sibê ve heftê 3 rojan li ber edliyê nobeta edaletê dewam bikin. Şenyaşar, da zanîn ku ew ê hefteyê rojekê jî ji bo piştgiriya hiqûqî biçin bajarên derdorê ziyaret bikin û rojên mayîn jî, dê li mala xwe nobeta xwe bidomînin.