Amediyan banga tevlîbûna mîtîngê kirin: Em xwedî zimanê xwe derkevin 2021-06-06 11:17:31   AMED - Amediyan ji bo mîtînga zimanê Kurdî bibe fermî û zimanê perwerdê ya sibe bê lidarxistin banga tevlîbûnê kirin û gotin: “Zimanê zikmakî nasnameye. Divê statuya qanûnî ji bo zimanê Kurdî bê dayîn.”   Ji aliyê Tora Ziman û Çanda Kurdî ve bi daxwaza ku “Zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdehiyê” dê di 7’ê Hezîranê de li Qada Stasyonê ya Amedê mitîng bê lidarxistin. Xebatên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî yên di Tora Çand û Zimanê Kurdî de cih digirin, ên vexwendina mîtîngê dewam dikin.    ZIMANÊ ZIKMAKÎ NASNAMEYE   Xelkê bajêr ên ku derbarê kampanya zimanê Kurdî ya dewam dike de axivîn, dest nîşankirin ku zimanê zikmakî nasnameye û xwestin zimanê Kurdî bi statuya qanûnî bê naskirin. Îdrîs Karademîr, diyar kir ku mirov ji bo nasnameya xwe, divê perwerdehiyê bi zimanê xwe bibîne û wiha axivî: “Niha hemû nav bûne Kurdî, lê axaftina bûye Tirkî. Ev pirsgirêkek mezine. Ez hêvî dikim ku bi vê kampanyayê ev pirsgirêk çareser bibe. Ji bo zimanê xwe divê em hemû berê xwe bidin qada mîtîngê.”   DARBEYA ZIMAN   Hakan Tuncar jî, da zanîn ku mafê gelê Kurdî heye ku mîna hemû gelên dikin bi zimanê xwe perwerdeyê bibîne û wiha got: “Em Kurdin. Em dixwazin bi zimanê xwe bi axivin. Lê me tune dihesibînin. Qedexekirina ziman, darbeya li dijî zimane. Ez bang tevlîbûna mîtînga sibe bê lidarxistin li her kesî dikim.”   STATUYA QANÛNÎ   Ji welatiyan Azîz Yildiz jî, dest nîşan kir ku tu ferq di navbera Kurdî, Îngilîzî, Erebî û Tirkî de tuneye û wiha bilêv kir: “Hemû ziman wek hevin. Divê statuya qanûnî ji bo zimanê Kurdî bê naskirin. Îro zimanê Kurdî qedexeye. Ev bandoreke neyînî li me dike. Em êşa vê yekê dikêşin. Êdî rewş wisan bûye, em nikarin xwe bi zimanê xwe îfade bikin. Divê hemû kes beşdarî mîtîngê bibin.”   PERWERDEYA ZIMANÊ ZIKMAKÎ   Aysel Yalap jî, da zanîn ku zimanên cuda, rengên cudane û wiha got: “Divê zimanê Kurdî jî mîna hemû zimanên din azad be û bê bikaranîn. Pêwîste Kurdî bibe zimanê fermî. Divê mirov ewil bi zimanê xwe fêr bibe.” Ronahî Nergîz, bal kişand ser girîngiya ziman û ev bang kir: “Ez zarokên xwe bi zimanê xwe yê dayikê mezin dikim. Divê hemû kes jî wisa bikin. Ji ber vê ez perwerdeya zimanê zikmakî diparêzim.”   'EM XWEDÎ ZIMANÊ XWE DERKEVIN’   Munir Alinak jî, bal kişand ser kampanyeya ziman û wiha axivî: “Kampanya xebatek başe. Ger ku em bi zimanê xwe ne axivin, bi demê re emê nekarin xwe îfade bikin. Divê em xwedî xwe û zimanê xwe derkevin. Ger em xwedî xwe û zimanê xwe dernekevin, wê kî xwedî me derkeve.? Ji bo ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdê divê em xebatên xwe dewam bikin. Lazime em zimanê xwe fêrî zarokên xwe bikin.”