Medya Kibrisê jî bi guhertina siyaseta Tirkiyeyê re reng guherî 2021-06-06 09:26:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Midûrê Nûçeyan ê Rojnameya Yenî Bakişê Denîz Abîdîn, diyar kir ku medya Kibrisê jî bi guhertina siyaseta Tirkiyeyê re reng û dest guherî. Gerînendeya Weşanê ya Rojnameya Ozgurê Pinar Batur jî anî ziman ku navendên hêzê êdî eleqeyek taybet nîşanî medyayê didin.    Piştî Rêveberê Çeteya Mafya ya girêdayî dewletê Sedat Peker, der barê rewşa mafya-dewletê ya li Kibrisê mikur hat, êrîşên li ser çapemeniya muxalif jî zêde bûn. Rojnamegerên muxalif anîn ziman ku bi taybetî di salên dawî de medya jî li gorî siyaseta Tirkiyeyê reng û rû diguherîne. Rojnamegeran anîn ziman ku rojnameger û çapemeniya muxalif jî bi tenê tê hiştin.    BI 75 HEZAR TL SERBEST BERDAN   Midûrê Nûçeyan ê Rojnameya Yenî Bakişê Denîz Abîdîn, destnîşan kir ku çapemeniya Kibrisê di bin gefan de weşanê dike û wiha got: "Roja Penşemê (3 Heziran) qunciknivîsê me Kazim Denîzcî û Nûçegîhana me Esengul Aykaç hatin binçavkirin. Bi kefaletê hatin berdan. Ji ber me nûçeya qeydê deng parve kir, hevalên me hatin binçakirin. Rojnameyê qeyda deng a di nava 2 kesan de bi sernavê “Bi 13 Hezar TL'yî welatîbûna KKTC'ê" kir manşet. Ji ber vê manşetê 2 hevalên me binçav kirin. Heta 6 salan cezayê girtîgehê ji wan dixwazin. Li Dadgeha Cezayên Giran tên darizandin. Me bi 75 hezar tl senet îmze kir û hevalên me hatin berdan. Me 3 hezar TL nakit da û 2 welatiyên KKTC'ê kirin kefîl."    'ÇAPEMENIYÊ DEST GUHERÎ'    Abîdîn, destnîşan kir ku beşek rojname, TV û çapemeniyê dest guherî û êdî rêveberiya wê ketiye destê kesên cuda û wiha got: "Wekî medya li Tirkiyeyê li Kibrisê jî medya hawiz hatiye avakirin. Ji vê medya hawiz tê xwestin ku bêtir nûçeyên li gorî îqtîdarê binivîsin û biweşînin. Naxwazin ku nûçeyên nelirêtî, dizî û rastiya pergalê aşkere dikin bên weşandin. Ji ber vê yekê gelek kes ji çapemeniya muxalif bêzar in. Çapemeniya li dervê medya hawiz dimîne dibe hedefa êrîşan. Bi hinceta "Jiyana taybet a veşarî" teşîr dibe, darbeyê li azadiya çapemeniyê dixin.    'PIŞTÎ MIKURHATINA PEKER EM BÛN HEDEF'     Gerînendeya Weşanê ya Rojnameya Ozgurê Pinar Batur jî anî ziman ku di demên dawî de navendên hêzê êrîşî wan dikin û wiha got: "Medya ku dest guhert û rêveberiya wê hatiye guhertin êdî van îtîraf û rastiyan nanivîse. Rastiyên li holê nanivîse. Ji ber em van rastiyan tînin ziman em bêtir dikevin çavê wan. Dibêjin 'Kes van nûçeyan çênake, hûn çima çêdikin?' û gefan li me dixwin. Em bi êrîşan re rû bi rû ne. Ya balkêş ne êrîş û zextên li ser me ne. Ya balkêş cihekî ku em serî lê bidin û gilî bikin tune ye.  Di rastiyê de li vir dewletek tune ye. Ji ber vê yekê cihê em lê gilî bikin û xwe di ewlehiyê de bibînin jî tune ye. Di şertên asayî de divê em serî li polîsan bidin. Lê encam nayê guhertin, ji ber ku li pişt polîsan navendên hêzê yên siyasî hene. Ji ber vê tiştekî em zêde bikin tune ye."    NAVENDÊN HÊZÊ DI DEMÊN DAWÎ DE ELEQEYEK MEZIN NÎŞANÎ MEDYA DIDE   Batûr, bibîr xist ku di demên dawî de patronên gazîno û mirovên zengîn û navendên hêzan ên li Tirkiyeyê nêzî AKP’ê û li Kibrisê jî nêzî UBP (Partiya Yekîtiya Neteweyî), li hemberî medyayê eleqeyek taybet nîşan didin û wiha bi dawî kir: "Di demên dawî de navendên hêzê beşek medya xistine destê xwe. Bi meaşên zêde dibin dengê xwediyê xwe. Bi fermanê tev digerin. Li aliyê din jî em komek biçûk a rojnamegeran man. Em tenê karê rojnamegeriyê dikin. Ji ber em bertîl û kurtêlan qebûl nakin, gefan li me dixwin. Zextan li ser me zêde dikin."    MA / Sedat Yilmaz