Ferît Şenyaşar: Zilma ku 3 sal berê dest pê kir, niha bi destê darazê didome 2021-06-06 09:01:48   RIHA - Ferît Şenyaşar ku tevî dêya xwe 90 roj in li ber Edliyaya Rihayê li edaletê digere, anî ziman ku "zilma" ku 3 sal berê dest pê kir, niha bi destê darazê didome.    Ferît Şenyaşar ku du birayên wî û bavê wî bi destê parazvan û xizmên Parlementerê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz hatin kuştin, 90 roj in tevî dêya xwe li ber Edliyeya Rihayê nobeta edaletê digire. Şenyaşar, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re behsa têkoşîna xwe ya 3 salan û nobeta xwe ya "Edaletê" kir.      BEHSA BAVÊ XWE KIR    Şenyaşar, anî ziman ku gava mamostetiya biheq dikir, piştî karê xwe yê mamostetiyê diçû dikana birayên xwe û alîkariya wan dikir. Şenyaşar, bilêv kir ku birayên wî hemû li dikanê dixebitîn û bavê wî Hecî Esvet Şenyaşar jî alîkariya kesên rewşa wan a aborî nebaş dikir û digot: "Li Pirsûsê dixwest xwe bigihîne feqîran û kesên rewşa wan nebaş. Alîkariya wan dikir. Di dema Kobanê de jî wisa dikir. Wê çaxê bavê min tu carî nesekinî û bi qasî quweta xwe alîkariya malbatên mexdûr dikir."    MALBAT BELAWELA BÛ    Şenyaşar, anî ziman ku ji xeynî xebatê tu jiyaneke wan a sosyal tunebû û bal kişand ser jiyana malbatê ya beriya êrîşê: "Li gund erdekî me yê biçûk heye. Em dawiya hefteyê diçûn nav wî erdî û em bi darên xwe bilî dibûn. Êvarî gava em dihatin malê, em hemû li mala dêya min dihatin cem hev du. Rewşa me ya aborî baş bû û ji bo pêşerojê plansaziyên me hebûn. Ê me hemûyan zarokên me biçûk bûn û derbarê wan de xeyalên me hebûn. Me dixwest em wan baş perwerde bikin û wan ji bo siberojê amade bikin. Lê niha malbata min perçe perçe bû. Niha ne ez ne jî dêya min em nikarin li malê rûnên."    ZILMEKE GIRANKIRΠ   Şenyaşar, anî ziman ku zilma ku roja êrîşê dest pê kiriye 3 sal in bi darizandinan didome û got: "Em bi zilmeke girankirî re rû bi rû ne. Birayê min (Fadil Şenyaşar) 3 sal in bi awayekî bêhiqûqî bi tena serê xwe di hucreyekê tê ragirtin. Gava azad bibe, ez ê tiştên hatine serê me bikim pirtûk û ez ê di pêşgotina wê de bibêjim 'Li Edliyeya Rihayê zilm heye.' Zilma bi destê parlementer hat destpêkirin, 3 sal in bi destê darazê didome. Ez tiştên hatine serê me bi saetan bibêjim jî, ez ê nikaribim hestên me bînim ziman. Peyv têra gotina van tiştên hatine serê me nakin."    Şenyaşar, bilêv kir ku ya ku wan li ser pêyan dihêle piştevanî ye û bi têkoşîna wan tevahiya Tirkiyeyê hîn bû ku "Malbata Yildizê hêza dewletê bi kar aniye û bi vî awayî komkujî kiriye."    Şenyaşar, bibîr xist ku ji bo "edaletê" di 15'ê Îlona 2020'î de ew û dêya xwe çûne Enqereyê û di 9 rojan de 12 hevdîtin kirine. Şenyaşar got: "Em çûn paytexta welêt. Me biryar da ku em biçin deverên ku 'edalet' li ser tabelaya wan nivîsandî. Em çûn Wezareta Dadê, lê nehiştin em biçin hewşa wê jî. Rayedaran ji me re got, 'welatî nikarin' têkevinê. Yanî divê parlementerek an jî burokratek xizmek me hebe. Yanî nehiştin em têkevin hundirê avahya wezaretê. Me li ber xwe da û em bi mudaxileya polîsan re rû bi rû man. Em çûn serokkomartiyê, em li wir jî bi heman rewşê re rû bi rû man."   Şenyaşar, diyar kir ku ji xeynî AKP û MHP'ê hevdîtin bi hemû partiyên siyasî re kirine û got: "Ji me re gotin, 'Belê, em bi bûyerê dizanin. Li holê komkujiyek heye. Ji ber ku yê ku komkujî kiriye parlementerek e, li ser darazê zextek heye. Em ê wê bişopînin. Gava doz bê vekirin, çi ji destê me bê em ê bikin. Lê hin partiyan tiştên gotin nekirin."    Şenyaşar, anî ziman ku ji ber ku li ser tabelaya wê "edalet" nivîsandiye ew û dêya xwe di 16'ê Kanûna 2020'î de çûne avahiya AKP'ê ya Rihayê û got: "Me ji partiyeke li ser tabeleya wê edalet nivîsandî doza edaletê kir. Me xwest em hevdîtinê bi serokê bajêr re bikin, lê ne li wir bû. Me hevdîtin bi cîgirê serok û rêvebiriyê re kir. Ji me re gotin, 'Belê haya me ji bûyerê heye. Tu têkiliya bûyerê bi AKP'ê re tune ye, a ku kiriye malbata Yildiz e. Em komkujiyê şermezar dikin û di hilbijartinek din em ê wî nekin namzet.' Me xwest em demekê li wir bisekiniin. Piştî demekê polîsan em binçav kirin û em rojekê di bin çavan de man. Me doza edaletê kir, lê em binçav kirin."    TÊKOŞÎN   Şenyaşar, bibîr xist ku beriya nobeta edaletê xwestine hevdîtinê bi Serdozgerê Komarê yê Rihayê re bikin û got: "Heger serdozger me qaneh bikira û bersivek baş bikira, me yê ev çalakî nedana destpêkirin. Lê serdozger bi israr daxwaza me ya ji bo hevdîtinê red kir. Me jî têkoşînek bi biryardar da destpêkirin. 90 rojên çalakiya me qediyan. Gava me dest pê kir me jî nizanibû dê ev qasî bidome. Me hêvî kir ku dê doz di demeke kurt de bê vekirin û dê berpirsiyar bên darizandin, lê Serdozgerê Rihayê hê jî kesên komkujî kirin diparêz. Ev çalakî hezar roj jî bidome, em ê bên ber vê edliyeyê. Heya edalet pêk neyê em ê bitêkoşin."    Şenyaşar, destnîşan kir ku daxwaza wan ew eku birayê wan bê berdan û dosyeya derbarê komkujiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê bê vekirin.    Şenyaşar, diyar kir ku beriya çalakiyê dêya wî Emîne Şenyaşar di warê derûnî de dest bi tedawiyê kiriye û 90 roj in her diçe rewşa wê ya tenduristiyê xirabtir dibe û çavê wê yê rastê ji sedî 70 qels bûye û nexweşîna dil lê peda bûye û nigên wê nerihet bûne.    ‘EM Ê ZILMÊ RAGIHÎNIN'    Şenyaşar, di dawiya axaftina xwe de got: "Ji bo em têkoşîna xwe ya edaletê berbelavtir bikin, em ê her hefte biçin bajarekî cuda. Em ê hevdîtinê bi baroyan re bikin û em ê zilma ku li Edliyeya Rihayê bi destê darazê tê kirin ragihînin her kesî. Em ê doza alîkariya hiqûqî bikin. Ev, zilm divê bi vî awayî nedome. Li vir malbateke mexdûr heye. Li vir dayikeke mexdûr heye, dayikeke êşa wê nayê pênasekirin. Divê hemû kesên xwedî wijdan li dijî vî sûcê li hemberî mirovahiyê alîkariya me bike."    MA / Emrûllah Acar